Serlêdana 684'a parêzerên Ocalan hat redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 684'an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozgeriyê dîsa serlêdan red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin cara 684'an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozgeriyê dîsa serlêdan red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin 684 car e serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Dozgerê Tirk wekî her carê dîsa serlêdan red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Newroz Uysal ji bo sibê biçin Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 684’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê bi hinceta Qanûna Derbarê Înfazên Tedbîrî Ewlehî û Ceza ya bi Hejmara 5275'an, di derbarê hikumxwaran de hin tevdîrên sînorkirî girtine, serlêdana parêzeran red kir.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Ji wê rojê heta niha 684 carin serî li dozgeriyê dide. Lê serlêdana wan tê redkirin.