'Serketina Kobanê serketina bindestan e'
Devrîmcî Karargah: Bû nîşaneya wê yekê, ku divê têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê bi hev re bimeşe, eger ev neyê kirin wê têkoşîn bi ser nekeve.
Devrîmcî Karargah: Bû nîşaneya wê yekê, ku divê têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê bi hev re bimeşe, eger ev neyê kirin wê têkoşîn bi ser nekeve.
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşger) bi wesîleya salvegera serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand û got, "Bû nîşaneya wê yekê, ku divê têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê bi hev re bimeşe, eger ev neyê kirin wê têkoşîn bi ser nekeve."
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin, serketina Kobanê serketina hemû bindestên li cîhanê ye.
Rêxistinê diyar kir, dewleta Tirk a faşîst ku jê hebû firsendek bi dest xistiye, bi rêya çeteyan li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn da destpêkirin û wiha dewam kir: "Bi her awayî piştgirî da El Nûsra, DAIŞ û komên din ên çete û bi vî rengî da pey xeyalên Osmaniya nû li Rojhilata Navîn. Li aliyê din, hewl da Kurdan di nava statuya koledariyê de bihêle.
Recep Tayyîp Erdogan ê faşîst-şerîatperest, ku rêya çeteyan êrîşî Kobanê kir, li bendê bû ku kobanê bikeve. Lê belê yê li Kobanê ket, tevî DAIŞ'ê, dewleta Tirk a faşîst û serkêşê wê Erdogan bû.
Li dijî hêzên ku dixwestin gelên me di nava tarîtî û bêhêviyê de bifetisînin, bi fedakariyên mezin û destanî, bi dayîn berdêlên giran, berxwedana Kobanê hat biserxistin. Ev serketin ne tenê ya Kurdan bû, di heman demê de serketina ronahiya mirovahiyê bû li pêşberî tarîtiyê.
Ji ber vê yekê, hemû gelên bindest ên mafên wan tên talankirin, piştî demeke dirêj dîtin ku serketin pêkan e, lewma hemû gel xwedî li Kobanê derketin. Kobanê careke din mizgînî da ku serketin pêkan e.
Bû nîşaneya wê yekê, ku divê têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê bi hev re bimeşe, eger ev neyê kirin wê têkoşîn bi ser nekeve. Mîna ku hevrê Orhan Yilmazkaya di sala 2006'an de li Zapê di axaftineke xwe de digot; 'Em ê şehîd bibin, lê belê yên piştî me wê bidin ser şopa me...' Ev gotina wî li Kobanê bi cih hat. Şoreşgerên Tirkiyeyî, tevî hevrêyên xwe yên Kurd li Kobanê tevî şoreşgerên ji neteweyên din, di heman çeperê de cih girtin. Piştgiriya enternasyonal a ji şerê navxweyî yê Spanyayê heta Fîlîstînê hat nîşandan, lê li ber tinebûnê bû, careke din zindî bû. Di şexsê Arîn Mîrkan, Paramaz Kizilbaş, Karker û Rasîh Kûrtûlûş de bi sedan şehîdên me mesaja yekîtî û têkoşînê dan gelên me.
Serketina Kobanê û Şoreşa Rojava, di şexsê YPJ'ê de nîşan da, ku şoreşeke jinê ye, coş, daxwaz û pêşengiya têkoşîna jinê li dijî sîstema bi serdestiya mêr dikarin ji nû ve jiyanê bafirînin.
Ji ber vê yekê;
Serketina Kobanê mizgîniya pêkanebûna rizgariyê ye...
Serketina Kobanê mizgîniya jyana azad a gelên Rojhilata Navîn, tevahiya cîhanê bi taybetî ya Kurdan e...
Kobanê serketina jinan e li dijî sîstema bi serdestiya mêr ê faşîst...
Serketina Kobanê sîleyeke ku li rûyê hemû hêzên emperyalîst, bi taybetî li rûyê DAIŞ û Recep Tayyîp rdogan ketiye."
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, banga şehîdan a li wan ew e, ku bi ruhê Kobanê, bi coşa Kobanê geşkirina têkoşîna li dijî DAIŞ a faşîst û şerîatî û alîgirê wê dîktatoriya Erdogan e. Ew bang e ku em her qada welêt bi vî ruh û coşê veguherînin qada têkoşînê."