Serhed: Serokatiya me îrade û baweriya cewherîya gelan temsîl dike

Serhed: Kesayeta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê wateya hebûna gelan, jinê û mirovatiyê. Ji bo projeya Ocalan nebe malê gelan û nêrînên wî yên ji bo Rojhilata Navîn negihêjin gelan, dewletaTirkiye ya faşîst tecrîdeke giran li ser Ocalan dimeşîne.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed diyar kir ku kesayeta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê wateya hebûn agelan, jinê û mirovatiyê. Ronahî Serhed bal kişand ku bîlançoya derbarê kuştinên jinan ên li Tirkiye ti carî daneketiye, lê belê bi pêşketina têkoşîna jinê re jî faşîst hew dikare kuştinên jinan veşêre. Wekî din bi rêxistinbûyîna partî-dewlet a AKP’ê ya weke dema Hîtler û Mousolinî anî berhev û destnîşan kir ku dawiya hemû rejîmê faşîzm hilweşîn e. Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ciwan kir ku xwe bi rêxistin bikin û cihên xwedi refên azadiyê de bigrin.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed di Stêrk TV de bû mêvana bernameya Rojeva Jinê.

Ronahî Serhed bal kişand ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xeteke nû, projeyeke nû û siberoja mirovatiyê temsîl dike. Serhed diyar kir ku ji bo projeya Ocalan nebe malê gelan û nêrînên wî yên ji bo Rojhilata Navîn negihêjin gelan, dewletaTirkiye ya faşîst tecrîdeke giran li ser Ocalan dimeşîne. Serhed anî ziman ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tenê şexsek nîne û wiha pêde çû:

‘DI XETA SEROKATIYÊ DE TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKÎN’

“Hebûna gelan, hebûna jinê, hebûn amirovatiyê li holê ye. Tirkiye û hezên navnetewî yên serdest rastiya girava Îmraliyê dîtin û tecrîda li ser Serokatî dijwar kirin. Saziyên weke CPT, Yekîtiya Ewropayê jî ji tecrîdê berpirsiyar in. Weke tevgera Jin, Partiya Azadiya Jin, xeteke pêşeng em ê bi hewldanên xwe, çalakiyên xwe û berxwedaniya xwe vê tecrîdê bişkînin. Hewldanên heta niha em nikarin bêjin ku bes bûn. Xwedî derketina li Serokatî, siberoja gelê Kurd û gelên herêmê ye. Ne tenê azadiya jina Kurd, azadiya hemû jinan ketiye rojevê. Li herêmê hêzek, zêhniyeteke gelekî zindî derketiye holê. Ev tê wateya dest guhertina qewetan.Tenê hezên netew-dewletê, hezên dagirker ên kapîtalîst modernîte diyarker nînin. Hezên bindest jî her çiqasî bi komkujî û tundîtiyê re rû bi rû bimînin jî ne lewaz in. Dîtina vê, li ser vê karkirin, îrade û baweriyeke cewherî derxistina holê gelekî girîng e. Serokatiya me jî vê îradê temsîl dike. Hezên serdest di xwazin ji Serokatî ne girtina agahiyê meşrû bikin. Ev ne rewa ye. Lewra hemû hewldanên me ji bo wê ne ku di xeta Serokatî de têkoşînê bilind bikin. Weke tevgera jin hebûna Serokatî hebûna me ye. Ev sekneke bîrdozî û siyasî ye.”

‘KOMARA TIRKIYEYÊ LI SER KOMKUJIYA JINAN HATIYE DAMEZIRANDIN’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed diyar kir ku Komara Tirkiye li ser komkujiya jinan, komkujî, asîmlekirin, koça darê zorê û lewazkirina gelan hatiye damezirandin û ji ber wê Tirkiye ti caran asteke normal nejiya ye. Ji aliyê din ve li hember siyaseta komkujî û zordestiyê jî çalakî, têkoşîn û vîneke ewqas şidandî hebû.

Bi qetliama jinan a li Tirkiye ve girêdayî Serhed destnîşan kir ku li Tirkiye jinan ti carî demeke baş, xweş nejiyan e û wiha berdewam kir:

‘BÎLANÇOYA KUŞTINÊÊN JINAN LI TIRKIYEYÊ TI CARÎ DANEKETIYE’

“Bi têkoşîna azadiya jinê, hewldanên jinan zext û tunditiya li ser jinan ber bi çav bû, jinan di siyasetê de cih girt. Bîlançoya kuştinên jinan li Tirkiyê ti carî daneket, lê bi pêşketina têkoşîna jinê re rejîma faşîst hew dikarîbû hesanî ser veşêre. Têkoşîna jinê li Tirkiye di guhertina civakê de roleke pir diyarker lîst. Di van salên dawî de îradeyeke xurt a jinê di her qadê de derkete holê. Vê yekê tevna civakê, qalibên hişmendiya serdest û zayendperest guhertin. Jinê cihê xwe di siyaseta demokratîk de girt. Ev hêz bi rêxistinkirina civakê ve pêk hat. Civak bi pîvanên azadî, sosyalîst û demokratîk bi rêxistin nebûya jin ewqas di parlemento, şaredariyan de cih nedigirtin, hevserokên jin nedibûn. Çandeke nû hêdî hêdî çedibû, di çanda zilam a serdest de guhertinek çêbû. Desthilatdariya AKP’ê ji bo îradê, tevger û baweriya jinê bişkîne û pêve giradiyî ji bo karibe civakê teslîm bigre, navenda hedefa êrîşên AKP’ê jin e. AKP projeya ji nû ve kolekirina jinê dixwaze saz bike. Hebûna jinê, her tiştê jinê liTirkiye ji nû ve kete nîqaşê. Gelek guhertinên civakê qebûlkiribûn, weke çandekê û guhertinên demokratîk pêkhatibûn xiste nîqaşê. Tunditiya li hember jinê komployeke hatiye plankirine, ji ber xwe zêde nebû, bi AKP’ê ev tundî bû.”

Serhed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tişta herî baş a jin li hember şidetê xwe bi parêze birêxistinbûyîna komunal e. Heke jin û civak xwe di her qadê de birêxistin nekin, wê xwe ber bi însafa AKP’ê bihêlin û wiha dewam kir:

‘DAWIYA HEMÛ FAŞÎZMAN HILWEŞÎN E’

“Îro em AKP’ê weke netew-dewlet bigrin dest têrê nake. AKP’ê niha weke partî-dewlet xwe birêxistin kiriye. AKP dixwaze rojane siyaseta faşîzmê saz bike. Faşîzim ne belave ye, faşîzim hêza komkujîyê ya herî bi tevger e. Mînaka wê di cîhanê de hene; Hîtler û Mousolini jî xwe weke partiyê saz kirin, dengekî bilind jî girtin. Lê ev nayê wê wateyê ku gel dev ji berxwedaniyê berdaye û bi faşîzmê re bûye yek. Dawiya hemû faşîzman hilweşîn e. AKP’ê bi êrîşên bê navber di xwaze utopiya 7’ê Hezîranê, xweseriya demokratîk, çalakbûyîna civakî zindîbûye ji holê rake. Jin azad bibe netew-dewlet, serdestî, faşîzim, yek reng, yek ziman, milîtarîzim wê ji holê rabe. Hêzên şoreşger ên belav dibin tespît kirine û ji ber wê êrîşên xwe bi ser jinê dibin.“

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed wekî din diyar kir ku ji bo şoreşa jinê ya Rojeva bandora xwe li Bakur neke û şoreşa jinê ya li Bakur bandora xwe li Rojava neke dewleta Tirkiye tedbîrên eskerî digre û her wiha dixwaze hevgirtina jinê ji holê rake.

CIH DI NAVA REFÊN AZADIYÊ DE BIGIRIN

Serhed AKP weke dijminê jinan pênase kir û diyar kir ku li hember dijmin û faşîzmê sekneke radîkal hewce ye. Di dawiya bernameyê de Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed diyar kir ku tiştekî rûmettir tine ye û ji bo wê zêdetir cihgirtina jinên ciwan a di rêfên azadiyê de girîng e. Bang li jinên ciwan kir ku ti jinên ciwan bêrêxistin nemînin û pêngava serferberiyê destpê bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rojên azad, jiyana bi Serokatî re soza me ya esasî ya hertim hezê dide me ye.”