Serhed ji bo Rojava, parlementerên girtî û daliqandinan rabû serpiya

Serhed ji bo Rojava, parlementerên girtî û daliqandinan rabû serpiya

Li bajarên Serhadê yên Wan, Muş, Bazîd, Kop, Qaqizman, Tozan, Norşîn, Gimgim û Erdîşê lêkirina 'dîwarê şermê', Red kirina berdana parlementerên BDP'ê û daliqandina siyasetmedarên kurd yên ku ji aliyê rêjîma Îranê ve pêktê bi meşan hatin protesto kirin.

WAN

Rêxistina BDP'ê ya Wanê, lêkirina "dîwarê şermê", Red kirina berdana parlementerên BDP'ê û daliqandina siyasetmedarên kurd yên ku ji aliyê rêjîma Îranê tên daliqandin bi meşek prtesto kir. Bi sedan welatî, Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah û Hevserokê Rêxistina HDP'ê Harun Okay li Parqa Feqiyê Teyran hatin gel hev û heta Rêxistina BDP'ê ya Riya Hevrişmê meşîyan. Rêxistinên sîvîl ên civakî, HDP, Aktîvîstên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, GOÇ-DER tevlî meşê bûn. Di meşê de alên PKK'ê û KCK'ê û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de panqarta "Em rê nadin dîwarên ku diwazin gelê kurd perçe bike, rêjîmên ku xwe davêjin pişt daliqandinan" hatin hilgirtin û dirûşmên "PKK", "Ocalan", "Bijî berxwedana Rojava", "AKP ya Diz" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Li piştî meşê li ber nûneriya BDP'ê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û navê 34 kesên ku li Roboskiyê hatin qetilkirin hat xwendin û di xwendina her navî de gel bi bersiva "Ez li virim" bersivand.
Piştî wê girse bi dirûşmên "Bijî serok Apo" û "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" hatin ber avahiya Rêxistina BDP'ê û meş bidawî bû.

ERDÎŞ

Rêxistina BDP'ê ya Erdişê bi boneya lêkirina "diwarê şermê" ya di navbera bajarê Qamişlo û Nisêbînê û qetilkirina 3 welatiyên ku Geverê ya bi guleya polîsan protesto bike meşek lidarxist. Bi sedan welati li ber avahiya Rêxistina BDP'ê hatin gel hev û bi panqartên "Em 1'emîn salvegera şoreşa Rojeva piroz dikin û berxwedana wan slav dikin", "Gule bernedin pêvajoyê pêşiya pêvajoyê vekin" û "Hêj dor nehatî zarokên te em bi hevre li hember rawestin" hat hilgirtin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî serok Apo", "Dîwarê şermê Kurdîstanê perçe nake", "Ciwan li botanêne dê welat azad bibin" û "Emê dîwarê şermê li serê wede hilweşîne" hatin berzkirin û heta Parqa Zîlanê meşiyan. Meşa ku rêveberê DTK, TUHAD-DER, MEYA-DER, KURDÎ-DER, HDP tevlî bûn de ji bo kesên ku di têkoşina azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest da rêz girtin. Meş bi xwendina "Çerxa şoreşê" bidawî bû.

BAZÎD

Li navçeya Bazîda Agiriyê Rêxistina BDP' ya Bazîdê ji bo lêkirina "diwarê şermê" yê navbera bajarê Nisêbînê û Qamişloyê û neberdana parlementerên BDP'ê bi daxûyaniyek şermezar kir. Di daxûyaniyê de dovîzên "Kelê kurd van dîwaran tar û mar dike", "Feraseta ku destê xwe dirêjî heramiyê nake bi makîneya pereyan dirêj dike" û "Dîwar derbê li pêvajoyê dixe" hat hilgirtin û dirûşma "Bijî serok Apo" hat berzkirin. Li piştî daxuyaniyê çalaki bi çepik û diruşman bidawî bû.

MÛŞ

Li Mûşê lêkirina "dîwarê şermê" yên di nav bera bajarê Qamişlo û Nisêbînê ji aliyê welatiyan ve hat protesto kirin. Rêxistina BDP'ê li ber avahiya Şaredariya Muşê bi piştgiriya nûnerên HDP, MED-DER, TUHAD-DER'ê daxûyani dan. Di daxûyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana YPG", "Başur, Bakur, Rojhilat Apo serokê welat", "Bijî serok Apo" hatin berz kirin. Daxûyanî bi meşa ber bi avahiya Rêxistina BDP'ê bi dawî bû.

KOP

Li navçeya Kopa Mûşê jî bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Kopê bi boneya ne berdana parlementerê BDP'ê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê daxûyanî hat dayîn. Serokê HDP'ê Yakup Şahîn, Şaredarê Kopê Ziya Akkaya û gelek welati tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê garseyê Hevserokê BDP'ê Nusret Fîlîz daxûyani da Fîliz di daxûyaniyê de diyar kir ku dadgerî li Stenbolê cuda li Amedê cuda pêk tê. Fîlîz anî ziman ku biryara ji bo parlementerê BDP'ê hatî dayîn carekî da xûyabû ku polîtîkayên tunekirinê û qirkirina siyasî de israr dikin.

GIMGIM

Rêxistina BDP'ê ya Gimgimê li navenda navçeyê meş li darxist. Rêveberên BDP'ê û HDP'ê, endamên Meclîsa BDP'ê û Meclîsa Şaredariyê û gelek welatî li ber şaredariya hatin gel hev û heta ber partiyê meşîyan. Di meşê de panqarta "Em bi berxwedana Rojava rêber Apo azad dikin" û dovîzên "Dîwarên mêtînger dê bê rûxandin" û "Em berxwedana rojava silav dikin" hat hilgirtin. Her wiha di meşê de dirûşmên "Bijî serok Apo" û "PKK gele gel li vire" hatin berzkirin. Li ber Karmenda Şaredariyê Hevseroka BDP'ê ya Gimgimê Gulbahar Kaya daxûyanî da. Kaya diyar kir ku biryara ku ji bo parlementerê BDP'ê hatî dayîn rûyê hikûmeta AKP'ê yê rast derdixe holê û diwarê ku li ser sînor jî tê lêkirin û wiha got: "Diwarê ku li ser sinor tê lêkirin feraseta hikûmeta AKP'ê ya komkujiyê, bişavftinê û mêtîngeriyê bi awayek aşkere radixe berçavan û di de nîşandan ku AKP nûneriya vê firasetê dike." Piştî daxûyaniyê girse disa ber bi avahiya partiyê meşiyan.

QAQIZMAN

Li Qaqizman a Qersê di pêşengiya Rêxistina navçeyê ya BDP'ê û Komeleya Xwendekarên Qaqizmanê de ji bo şermezarkirina "diwarê şermê" û redkirina tehliyeya parlamenterên kurd meşek hat lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê hat gel hevdu bi dirûşmayan heta qada navçeyê meşiyan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Mehmet Dogan, li qadê axaftinek kir û got, "Li hember qirkirina li dijî gelê Rojava em ê bi tevayî hêza xwe têbikoşin." Piştî daxuyaniyê ku 5 deqiqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat çalakî bi dirûşmaya, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.

NORŞÎN

Di pêşengiya Rêxistin BDP'ê ya Bedlîsê de "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de hat lêkirin bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de ligel rêveber û endamên BDP'ê gelek welatî beşdar bûn. Di meşê de ku pankarta, "Em berxwedana YPG'ê silav dikin" hat vekirin û hin welatiyan ji bo bibîrxistina gendelî û rûşweta pêk hatiye hin kutuyên pêlavan hilgirtin. Piştî meşê Serokê BDP'ê yê Norşîn Hakan Tadik diyar kir ku AKP'ya derfetan dide çeteyan di navbera her du aliyên sînor de dîwaran lê dike.

TOZAN

Yek ji adresa şermezarkirinan jî navçeya Îdir Tozan bû. Rêxistina BDP'ê ya navçeyê greva birçîbûnê ya ji bo tehliyenekirina parlamenterên BDP'ê dabû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Ligel rêveber û endamên BDP'ê gelek welatî ku çûn serdana kesên di greva birçîbûnê de ji wir jî ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Girseya ku dirûşmayên wêneyên parlamenterên girtî hilgirtin, dirûşmayên  "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e" gotin. Piştî meşê Rêveberê BDP'ê yê Tozan Subitay Açik axivî. Açik got, "Em ji vir bang li hikûmetê dikin. Em dixwazin wekîlên me yên girtî tavilê bên berdan." Piştî axaftinan greva birçîbûnê ya ev 6 roj in didome hat bidawîkirin.