Serfermandarê Artêşa DYA'yê tê Tirkiyeyê

Serfermandarê Artêşa DYA'yê tê Tirkiyeyê

Serfermandarê Artêşa DYA’yê Martin Dempsey dê roja yekşemê ji bo serdaneke fermî were Tirkiyeyê. Dempsey dê bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.

PKK û Sûriyeyê mijarên sereke yên vê serdanê ne, balkêş bû ku ev serdan hema piştî serdana Serokê CIA’yê David Patreus pêk hat.

Tê payîn ku Serfermandarê DYA’yê Dempsey tevî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, bi Wezîrê Parstinê Îsmet Yilmaz û Serfermandarê Tirk Necdet Ozel re jî hevdîtinek pêk bîne. Tê payîn ku di hevdîtinê de mijarên weke zêdebûna çalakiyên PKK’ê, rewşa Sûriye û têkiliyên Tirkiye-Îsraîl bêne gotûbêjkirin.

Dempsey, di meha borî de li hemberî daxwaza herêma tempon a li Sûriyeyê daxuyaniyek dabû û gotibû “Fermandarên Tirk dixwazin NATO avakirina herêma tampon bigire ser xwe.”