Serdegirtina malên endamên Piştgiriya Taksîmê

Serdegirtina malên endamên Piştgiriya Taksîmê

Polîsan îro avêtin ser malên endamên Platforma Piştgiriya Taksîmê yên duh hatibûn binçavkirin.

Ji Sekreterya Piştgiriya Taksîmê û Sekretera Giştî yê Şaxê Stenbolê ya Odeya Mîmaran Mucella Yapici û Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP'ê Ender Îmrek, dema duh bi endamên Koordînasyona Piştgiriya bi Taksîmê re diçû Parka Gezî, hatin binçavkirin. Yapici û Îmrek ji duh êvarê ve li Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin û îro jî li malên wan lêgerîn hatin kirin.

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di biryara lêgerînê ya 34. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê de, ti sûçdarî nayê kirin û nayê diyarkirin ka wê li çi bê lêgerîn.

Parêzera Ender Îmrek Yildiz Îmrek got, "Tevî ku ew di binê çavan de ne jî, îro li malên wan lêgerînê dikin. Lêgerîn, li dijî huqûqê ye."

Di nava kesên der heqê wan de biryara lêgerînê heye, Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Alî Çerkezoglû, Ji HDK'ê Haluk Agabeyoglû, Serokê Şaxê Stenbolê yê Odeya Muhendîsên Elektrîkê Beyza Metîn hene.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, tevî ku li mala Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Alî Çerkezoglû kes ne amade bûn, polîsan bi zorê derî şikandine û ketine hundur.