Serdarê Tirk ê teqawit ji qaçaxtiya berhemên dîrokî hat girtin
Serdarê Tirk ê teqawit ji qaçaxtiya berhemên dîrokî hat girtin
Serdarê Tirk ê teqawit ji qaçaxtiya berhemên dîrokî hat girtin
Li Bursayê di opersayoneke ku pêk hat de yek jê serdarê teqawit du kes di kaçaxvaniya berhemên dîrokî de hatin binçavkirin. Du kesên ku dema peykerên ku tê gotin yên dema Romayayê difirotin hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.
Li gorî agahiyên hatine bidesetxistin li navçea Osmangazî ya Bursayê du kes dema ku berhemên dîrokî difirotin hatin binçavkirin. Polîsan avêt ser dukana şuştina wesaîtan ya taxa Altinova û 4 peyker ku ji beşa serî pêk dihat yek 37-45 bû, bi giştî 10 parçe berhemên dîrokî hatin desteserkirin.
Di operasyona ku pêk hat de serdarê teqawît Mehmet K. (56) û Mehmet P (54) derxistin dadgehê û hatin girtin. Hate hînbûn ku serbazê teqawît ev berhemên dîrokî ji Çanakaleyê aniye û di dukana şuştina wesayîtan de veşartiye. Berhemên ku tê îdiakirin aydê dema Romayê ye, ji bo lêkolîn bê kirin şandin Midûriyeta Muzeyê.