Serdanên ji çalakiya nobetê re bênavber didomin
Serdanên ji çalakiya nobetê re bênavber didomin
Serdanên ji çalakiya nobetê re bênavber didomin
Li ber Dêra Dom a li bajarê Koln ku çalakiya nobetê didome, têkildarî pêşveçûnên li Kobanê panelek hat lidarxistin. Nûnerê PYD’ê Maya El Mihemed di panelê de got, “Wê hesabên hemû hêzan li Kobanê xera bibe.”
Çalakiya nobetê ya ji roja Înê ve li bajarê Kolnê yê Elmanyayê didome wê sibe bi tevlîbûna 500 kesî veguhere greva birçîbûnê. Eleqeya ji çalakiyê re ya ev 3 roj in didome zêde ye. Her roj ku bi sedan mirov tên serdana çalakiya nobetê bi rêya standên hatine vekirin, raya giştî tê agahdarkirin. Îro jî Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî, nivîskar Gunay Aslan, ji Partiya Çep Hamîde Akbayir, hunermend Seyîdxan, Sosin, Peywan Arjîn, nûnerên rêxistinên çepgir ên Elman û Tirkiyeyê konê çalakiyê ziyaret kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.
JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE REXNE
Di çalakiya nobetê de danê êvarî têkildarî pêşveçûnên li Kobanê panelek hat lidarxistin. Nûnerê PYD’ê Maya El Mihemed, nivîskar Gunay Aslan, li ser navê Partiya Çep Hamîde Akbayir tevlî panelê bûn. Maya El Mihemed di axaftina xwe de got ku li ser Rojava lîstikeke pir mezin heye û wiha axivî: “Ev lîstîk didomin. Niha gihiştiye asta navneteweyî. Hin hêz ji bo bigihêjin armanca xwe hewl didin vê planê bixin dewreyê. Li hember vê tedbîrên me jî hene. Em dixwazin têkoşîna xwe heta dawiyê bilind bikin û armancên wan asteng bikin.” Mihemed got ku Kobanê 15 roj in li ber xwe dide û wiha axivî: “Em zanin plana wan a xistina Kobanê heye. Ji wan jî destpêkê dewleta Tirk heye. Wê ev xeyalê wan vala derkevin.”
Nûnerê PYD’ê Maha El Mihemed, bêdengiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî rexne kir.
'KESEK NIKARE KURDAN BISEKÎNINE'
Nivîskar Gunay Aslan jî, diyar kir ku li Rojava pêşeroja Kurdan tê diyarkirin û wiha got, "Niha êrîşeke gerdûnî heye. Wê Kurd ji bo pêşeroj û azadiya xwe mirina xwe bidin ber çavên xwe û li ber xwe bidin. Şansê serketinê yê DAIŞ’ê li hember gelê Kurd nîne. Tenê hewl didin Kurdan asteng bikin. Vê jî di serî de dewleta Tirk hin hêz, hewl didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan asteng bikin. Lê ev plan bi ser nakeve. Kurd dibin yek. Kesek nikare li hember vê bibe asteng.”
Hamîde Akbayir jî li hember tiştên li Kobanê rû didin bêdengiya DAIŞ şermezar kir û got, “Divê Elmanya qedexeya li hember PKK’ê rake. Divê tenê alîkariya çekan nedin Başûrê Kurdistanê. Divê alîkariya çekan bidin Rojava jî.”