Serdana ji bo Konê Nobedê yê Jinan

Serdana ji bo Konê Nobedê yê Jinan

Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirxanoglû û endamên şaxên KESK'ê çûn serdana Konê Nobedê yê Jinan.

Kedkarên ser bi Platforma Şaxên KESK'ê yê Colemêrgê, çûn serdana Konê Nobedê yê Jinan ê bi pêşengiya DOKH li Taxa Sumbul hatiye vedan. Kedkar bi jinên li ber kon re sohbet kirin û Serokê SES şaxê Colemêrgê Metîn Demîrer li vir axivî û got, "Weke KESK'ê em hatin serdana vî konê nêzî 14 roj in li vir hatiye vedan. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, vedana konekî weha ji bo me watedar e. Em gelekî girîng dibînin ku Dayikên Aştiyê û Jİn xwedî li vî konî derdikevin. Bi armanca destekdayîna vê xwedîderketinê, em îro li vê derê ne. Di vê pêvajoyê de, berpirsyarî dikeve ser milê hemû derdorên demokratîk. Ji bo mayîndebûna aştiyê li gelemperiya welêt, em firsendeke dîrokî dijîn. Weke kedkar, em berpirsyariyên xwe bicih tînin û emê ji niha û pê ve jî bicih bînin."

Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirxanoglû jî di serdana xwe ya li kon de, bombebaran Çiyayê Geperê weke provokasyonek artêşa Tirk bi nav kir û got, "Konên jinan, bi rojane ji aliyê girseyên ji bajar û derveyî bajarê me ve tê ziyaretkirin. Herêma me herî zêde ji şer zerar dîtiye. Ev 4 meh in pêvajoya aştiyê destpê kiriye, lê hin bûyerên di van mehan de qewimîne, me dixe nava fikaran. Herî dawî li Oremarê tabûra leşkeran çiyayên Kurdistanê bombebaran kirin, ev yek bi ti awayî bi kêrî pêvajoya aştiyê nayê. Em di wê baweriyê de ne, ku ev bombebaran ne ji ber pêwistiyekê, ji ber niyetek xerab hatiye kirin."