Serbest neberdana BDP’yan hat protesto kirin
Serbest neberdana BDP’yan hat protesto kirin
Serbest neberdana BDP’yan hat protesto kirin
Rêxistina BDP’a Navçeya Sultangazî, bi armanca protesto kirina serbest neberdana parlementerên BDP’ê yên girtî li pêş Teşkilata AKP’ê a Navçeya Sultangaziyê daxuayniyekî çapemeniyê pêk anîn.
Daxuyaniya ku Hevserokê BDP’a Navçeya Sultangazî Mecît Aygûn, rêveberên BDP’ê yên Stenbolê û rêxistinên navçeya û bi tevlîbûna gelek kesan pankarta “Em zagonên we yên teybet dizanîn û zagona we ya ku ji bo parlementerên kurd kar nake jî.” Girseyê dovîzên weke “Emê îradeya xwe radestî huquqa nerast nekîn”, “Komkujiya Roboskî bila were zelal kirin”, “Ji bo parlementerên girtî azadî” vekirin û li ser hev dirûşmeyên weke “Roj wê were dewir wê bi zivire, AKP wê hesab bide gel”, “Parlementerên girtî rûmeta me ne” û “Diz wê hesabê bidin gel” qêriyan.
Li pêş Teşkîlata AKP’ê a Navçeya Sultangazî ewlehiya zêde a polîsan bal di kişand.
Hevserokê BDP’a Navçeya Sultangaziyê Mecît Aygûn got ku wan bi armanca şermezarkirina li rexmê her çendî biryara Dadgeha Bingehîn jî ji bo serbest berdana parlementerên BDP’yî yên girtî heye jî lê ne hatine berdan pêwistî bi daxuyaniyekî çapemeniyê dîtine. Aygûn wiha got: “Bi salane huquqa du aliyane a ku li ser Kurdan tê meşandin, li ser parlementerên me tê pêkanîn. Emê vê pêkhatinê ne pejirînîn. Parlementerên me îradeya me ne, pêwiste kêliyek ji a din pêştir bên berdan.”
Piştî Aygûn Rêveberê BDP’a Rêxistina Navçeya Sultangaziyê Ûmît Gûven daxuyaniya çapemeniyê da. Gûven diyar kir ku ji bo aştiyekî mayinde di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî pêwiste werin berdan û wiha go: “Heya destên ku li Roboskî, Gever û Lîcê komkujî pêk anîn bê ceza werin hêlan, dewleta ku ji bo kurdan mafê welatî û jiyan kirinê nede, heya dest ji kiryarên du aliyane neyên berdan wê aştiyekî mayinde neyê pêk anîn.”
Daxuyanî li gel qêrkirina dirûşmeyan bi dawî bû.