Şengal wê bi rêze-çalakiyan Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê wê şermezar bike

Bi mebesta şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li Şengalê rêzeçalekiyên meş, semîner, sînevîzyon û meşa bi xetîre wê werin darxistin.

Li Şengalê bi mebesta şermezarkirina dîlgirtina Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an wekî Komploya Navdewletî tê bi navkirin bi rêzeçalakiyên wê were şermezar kirin. Meş û çalakî di bin diruşmeya “Azadiya Rêber APO azadiya Êzidxanê ye” bi pêşengiya jinên Êzidxanê wê werin darxistin.

Di 7’ê Sibatê de li bajarokê Sinûnê bi pêşengitiya Jinên Ciwan ê Şengalê meşeka ciwanan wê were darxistin û di dawiyê meşê de wê daxuyaniyek ji bo raya giştî were xwendin.

Di 9’ê Sibatê wê ciwan li Serdeştê ya çiyayê Şengalê semînerek li ser 15’ê Sibatê bidin.

Ji 11’ê mehê heya 13’ê Sibatê li Mekteba Laleş a bajarokê Xanesorê wê bi beşdarbûna tevahî sazî û rêxistinên Şengalê û beşdarbûna gelê Êzidî serê sibehê seat 10.00’an heya 15.00’an êvarê bi şeklê semîner, sînevîzyon, panêl û axaftin were kirin. Ev çalekî wê 3 rojan berdewam bike.

Di 13’ê Sibatê li bajarokê Xanesorê meşek girseyî bi beşdarbûna tevahî sazî, rêxistin û gelê Êzidî wê meşek were darxistin û di dawiyê meşê de ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê wê daxuyaniyek ji bo raya giştî were dayîn.

Di 14’ê Sibatê wekî fînal jî Meclîsa Ciwanên Şengalê li Çiyayê Şengalê meşek bi meşale bi beşdarbûna ciwan û gelê Êzidî di seatê 18.00’an de dar bixin.