Sendîkaya Swêdê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang kir
Ji sendîkayên Swêdê SAC'ê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Ji sendîkayên Swêdê SAC'ê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Organîzasyona Navendî ya Karkerên Swêdê (SAC) di salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo azadî, edalet û aştiyê divê Rêberê Gelê Kurd bê berdan.
Bi navê SAC'ê, sekreterê giştî yê sendîkaya karker a radîkal a Swêdê Erîk Bonk daxuyanî da.
Bonk diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê bandorê li Tirkiyeyê dike, her wiha eleqeya xwe bi Iraq, Îran û Sûriyeyê jî heye û destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn e ku nehatiye çareserkirin.
'JI BO AZADIYÊ DIVÊ AZAD BIBE'
Di daxuyaniyê de ragihand ku di encama şerê navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurd de zêdeyî 40 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 500 gund hatin şewitandin û valakirin, bi milyonan mirov neçar man ku warê xwe biterikînin.
Bonk anî ziman ku ji bo pirsgirêk bi rêya aştiyane çareser bibe, lîderên xurt divê civaka xwe îqna bikin û ji bo van lîderên xurt jî Nelson Mandela, Gerry Adams, Jose Ramos-HOrta û Aûng San Sûû Kyî weke mînak nîşan da.
Bonk destnîşan kir ku bêşik û bêguman Rêberê Gelê Kurd jî di nava van lîderan de heye û got, "Bi saya wî, Tevgera Azadiyê ya Kurd salên dawî ji çareseriya leşkerî berê xwe da çareseriya siyasî."
Bonk bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd afirînerê 'pêvajoya çareseriyê' ya 2,5 salan e û got, "Divê bê zanîn ku piraniya Kurdan li pişt Abdullah Ocalan e. Di navbera salên 2006-2007'an de 3.5 milyon Kurdî îmze dan ku Abdullah Ocalan lîderê wan ê siyasî ye."
Bonk diyar kir ku ji bo çareseriya aştiyane ya şerê navbera Kurd û Tirkan, gelê Kurd bi Rêberê Gelê Kurd bawer e, lê belê li girtîgehê tecrîdkirî ye, lewma nikare vê mîsyona xwe bi cih bîne. Bonk destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rengê aştiyane bê çareserkirin divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe.