Sendîkaya şivênhesinî ya Brîtanyayê destekek da HDP'ê

Sendîkaya xebatênkarên şivênhesinî ya Ingilîz ASLEF'ê bi peyamekê piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê diyar kir û xwest ku hemû nûnerên demokratîk werin berdan.

Sekreterê Giştî yê ASLEF'ê ku temsîla 20 hezar xebatkarên şivênhesinî yên welêt dike, Mîck Whelan li dijî zextên rejîma Enqerê ên li ser HDP'ê bi peyamekê piştevaniya xwe ji bo HDP'ê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em dibînin ku rejîma Erdoganî li dijî nûnerên HDP'ê ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin bi motîwasyona siyasî êrîşan tîne'' û ragihand ku fikarên xwe yên vê derbarê wan ji bo Wezareta Karê Derve ragihandine. ASLEF'ê xwest ku Wezareta bang li Erdogan bike û xwest ji bo ku biryara DMME'yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş bi cih were, bixebite.

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin, rejîma Erdogan gelek kesên ku hatine hilbijartin girtine û li şûna wan qeyûm danîne, parlamenter û hilbijartiyên xwecih jî di nav de ji 700'î zêdetir rêveber avêtine girtîgehê.