Sendîkaya Brîtanyayî Ocalan kir endamê xwe yê rûmetê

Sendîkaya GMB ku sêyemîn sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê ye, sertîfîkaya endametiya rûmetê da Ocalan. Sendîkaya GMB 126 salî ye û zêdeyî 650 hezar endamên wê hene.

Sendîkaya Karê Giştî (GMB), ku sêyemîn mezintirîn sendîkaya Brîtanyayê ye û zêdeyî 650 endamên wê hene, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir endamê xwe yê rûmetê. Di civîna taybet a li bajarê Boûrnemûth de, ku di çarçoveya kongreya asayî ya salane de tê lidarxistin, sertîfîka û nasnameya endametiya rûmetî ji aliyê Serokê Giştî yê GMB Tîm Roache ve radestî endamê 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî' Reîmar Heîder hat kirin.

Serokê Giştî yê GMB Tîm Roache, Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkayê Bert Schoûwenbûrg, endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Reîmar Heîder, endamê KNK'ê Erdelan Baran û gelek endamên sendîkayê beşdarî vê civînê bûn.

'MIN DÎT KU ERDOGAN BAJARÊ KURDAN HILWEŞAND'

Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya GMB'ê Schoûwenbûrg di destpêka civînê de mafê axaftinê wergirt û li ser kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, agahî da. Schoûwenbûrg piştre bal kişand ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de. Schoûwenbûrg da xuyakirin, di rewşa heyî ya pirsgireka Kurd de bandoreke neyînî ya polîtîkayên emperyalîst ên Brîtanyayê heye û got, "Em deyndarê gelê Kurd in. Beriya sed salî, axa Kurdistanê ji aliyê Brîtanya ve di nava welatên cuda de hat parvekirin. Di encama vê yekê de ev sed sal in, karesateke bi vî rengî bi serê Kurdan de hatiye. Min bi xwe beriya demekê Kurdistan ziyaret kir. Û bi xwe dît bê hikûmeta Erdogan bi çi rengî bajarên Kurdan hildiweşîne. Hêvîdarim ev karê me wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd bike."

'KEDA OCALAN MEZIN E, LÊ DEWLETA TIRK NE CIDÎ YE'

Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Heîder jî li ser jiyana siyasî û xebatên Ocalan pêşkêşiyek kir. Heîder bibîr xist, ku ji Nîsana 2015'an û vir ve agahî ji Ocalan nayê wergirtin û anî ziman, li ser Ocalan polîtîkayeke giran a tecrîdê tê meşandin. Heîder di dewama axaftina xwe de ragihand, kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' ya ji aliyê sendîkayên Îngilîz ve hatiye destpêkirin, gelekî watedar e û gelê Kurd vî karî gelekî hêja dibîne. Heîder diyar kir, Ocalan ji bo demokratîkbûyînê kedeke mezin dide, lê belê dewleta Tirk bi rengekî ne cidî tevdigere.

GIRTINA YUKSEK HAT ŞERMEZARKIRIN

Serokê Giştî yê Sendîkaya GMB Roache jî sedema ragihandina endametiya rûmetî ya Ocalan vegot û got, "Nabe ku em li pêşberî neheqiyên li cîhanê tên kirin, bêdeng bimînin." Roache axaftina xwe wiha dewam kir: "Timî ji me dipirsin; 'Hûn çima bi pirsgirêkên navneteweyî re mijûl dibin?' Ez jî dubare dikim; divê kedkar li dijî bêhiqûqî û neheqliya li tevahiya cîhanê bixebitin. Ev, yek ji berpirsyariyên me ye. Beriya niha bi demeke kurt, em bi siyasetmedarê Kurd Kamûran Yuksek re li vir hatin cem hev û me sohbet kirin. Piştre min bihîst ku Yuksek hatiye girtin. Ev tiştekî bê qebûlkirin nîne. Em ê çawa li pêşberî vê bêdeng bimînin."

Piştî ku nasnameya endametiyê û sertîfîka hat dayîn, beşdarên civînê li ser pirsgirêka Kurd û Ocalan pirs kirin û qisekeran bersiv dan.

Sendîkaya GMB ku 126 salî ye û zêdeyî 650 endamên xwe hene, bi giranî li qadên rêveberiyên herêmî, nexweşxane û dibistanan rêxistinbûyî ye. Li ser Partiya Karker a li mûxalefeta bingehîn bi bandor e.

...