Şemsettîn Kara sibê piştî merasîmekî li Koln’ê wê bê oxir kirin
Şemsettîn Kara sibê piştî merasîmekî li Koln’ê wê bê oxir kirin
Şemsettîn Kara sibê piştî merasîmekî li Koln’ê wê bê oxir kirin
Şemsettîn Kara (Alî Dayi) ku duh bi şev jiyana xwe ji dest da wê sibê di saet 12.00’an de piştî ku merasîma li Koln’ê Schlodderdicherweg 48 Bergische Gladbach Saal 2000’ê pêk were şûnde bê şandina Kurdistanê.
Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn siyasedmedarê Kurd Şemsettîn Kara ku weke Alî Dayi dinasîn, di encama tekoşîna ku di demekî dirêj de li hemberî nexweşiya qanserê dimeşan de duh di saetên şevê çavên xwe li jiyanê girtin.
Kara ku li nexweşxaneya Troisdorf a Elmanya di hate derman kirin çavên xwe li jiyanê girtin herî dawiyê ji bo serokê saziya kurula giştî a Heyva Sor a Kurdistanê hatibû hilbijartin.
Alî Dayi ku li gelek navendên Ewropa di xebatên Tekoşîna Azadiya Kurd de cih girtiye di 10 salên dawiyê de di nava HSK’ê xebat meşandiye. Pêştir jî ji ber xebatên ku li Kurdistan û Tirkiyê meşandîn hatiye girtin û îşkenceyên giran jî dîtine.
Ji bo Alî Dayi sibê li Schlodderdicterweg 48/ 51469 Bergische Gladbach Koln Saal 2000’ê wê merasîmek were li darxistin.