Şemsettîn Kara jiyana xwe dest da
Şemsettîn Kara jiyana xwe dest da
Şemsettîn Kara jiyana xwe dest da
Siyasetmedarê Kurd Şemsettîn Kara yê di nava Kurdistaniyên Ewropayê de wek Xalê Elî di hat naskirin û demekî dirêje bi pençeşêrê re têkoşîn dida meşandin, şevê din jiyana xwe ji dest da.
Kara li nexweşxaneya bajarê Almanyayê Troisdorfê çavê xwe ji jiyanê re girt. Kara herî dawiyê wek Serokê Lijneya Heyva Sora Kurdistanê hatibû hilbijartin.
Xalê Elî li Ewropayê di gelek qadan xebat ji bo Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdan kiri bû, di nava 10 salên di nava HSK’ê de xebatên xwe dida meşandin. Ji berê jî ji ber kar û xebatên li Tirkiye û Kurdistanê dayî meşandin hatibû girtin û îşkencekirin.
Keça wî Zozan Kara, di heman demê de hevala wî ya têkoşînê wiha behsa xalê Elî dike: “Piştî sala 1971’an wek karker hat Almanyayê, em di sala 1975’an de çûn Îskederûnê. Di sala 1980’an de Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nas kir. Di wê demê de dema ku dihat serdanê Serxwebûn li gel xwe dianî. Ez û birayê min yê şehîd ketî Ekrem Kara diçûn dibistanê. Di sala 1985’an de bavê min û Ekrem hatin Almanyayê û pişt re li Almanyayê birayê min beşdarî têkoşînê bû. Ji min re got ‘ Pêwîste şoreşgerek di serî de zarokên xwe jî tevlî şoreşê bike’ û xwest ez jî tevlî têkoşînê bibim. Di wê demê de hinekê rewş dijwar bû. Li Ewropayê xiyaneta Husên Yildirim, li Çukurovayê ya pratîka Terzî Cemal di hat jiyan kirin. Di sala 1988’an de di opersyonekî li Dilokê de Xalê Elî û hevalê xwe Nasir Goksungur ketin pevçûnê (pişt re Nasir şehîd ket) hatin girtin. Pişt re ji ber zextan wek malbat em çûyîn Antakyayê.
Di serdegirinan de 440 kes hatin girtin. Piştî xiyanetê girtin çêbûn. Rayedaran ‘Xoze, Bav û kom’ di dadan naskirin, wê demê ew bavê min û hevalê wan bûn. Di wê demê de dema em hatin girtin, rojnameyan manşetên ‘malbata terorîst’ di avêtin. Di sala 1991’an de dema bi ‘efoya teybet’ ji girtîgehê derket, çû qada Rêbertiyê, pişt re çû Enqereyê beşdarî avakirina HEP’ê bû. Wek berê behs kirî di operasyona ku 440 kes hatîn girtin, ji derveyî kesekê hemû tevkî têkoşînê bûn.”
Jiyana girtîgehê ya Şemsettîn Kara ne tenê bi ya Tirkiyeyê ve girêdaye. Li Almanyayê jî 3 salan di girtîgehê de derbas kiriye. Zazon Kara wan rojan jî wiha rave dike: “ Dozger jêre got; ‘here bavê malbata xwe. Bi zarokên xwe re mijol bibe.’ Wî ji got ‘karê ku ez dizanim ew jî bitenê şoreşgertiye.’ Di navbera sala 1995 ta 2010’an de pasaport nedanê. Di sala 2011’an de bi doxtorên Sinornenas re çû çiyayê Kurdistanê. Lê dema zivirî Almanyayê di rêde kriza dil derbas kir. Dema ku balefir di hewayê de bû bi Tirkiyeyê re dikevin têkiliyan da ku balefir dane, lê hevalên wî dibêjin eger balefir dane wê Xalê Elî bê girtin. Ji ber vê yekê balefir neçar dibe dîsan vedigere balefirgeha Hewlêrê.
Ji ber pençeşêra cerg hevalên wî pêşniyar jêre kirin ku bêhna xwe vede û bi tedawiya xwe ve mijol bibe. Lê disan wî ev pêşniyar ne pejirand û xebata xwe da berdewam kirin. Di dema ku erdheja Wanê pêkhatî de nexweşiya xwe zanîbû. Yekem xwesteka wî ew bû ku biçe li ser axa xwe li Qersê xebata xwe bide meşandin. Di got: ‘ divê milê Serhedê rabe’.