Şemsa Bagdu: Bila qatilê hevserê min tavilê bên dîtin

Şemsa Bagdu: Bila qatilê hevserê min tavilê bên dîtin

Malbata Kadrî Bagdu yê ku li Edeneyê dema rojname belav dikirin hate qetilkirin bi Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Parlamentera HDP'ê Sabahat Tuncel re li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Malbat û hevalên Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku li Edeneyê dema rojname belav dikir hate qetilkirin bi Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan û wekîla HDP'ê Sebahat Tuncel bi armanca qatil bên dîtin û bên darizandin li Meclîsê civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin. Hevsera Bagdu Şemsa Bagdu, Birayê Bagdu Temel Bagdu, hevalê Bagdu yê xebatê Bedrettîn Karakaş, Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Ahmet Abakay, Parêzerê Bagdu Tugay Bek, Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş tevlî civînê bûn. Di civînê de ewil Buldan axivî û diyar kir ku hê qatilên Bagdu nehatine dîtin û li welat gelek cînayetên kiryar nediyar hatin kirin û gelek rewşenbîr, rojnameger û hiqûqnas mexdur bûn. Buldan, anî ziman ku qatil niha derve bi rihet digerin.

Buldan, da zanîn ku li Tirkiyeyê mafê gel ê ragihandinê tê xespkirin û rojnameger rastî şîdeta polîsan tên û wiha axivî: "Me weke HDP'ê têkildarî cînayetên kiryar nediyar gelek pirsniyazname dan meclîsê. Di meclîsê de axaftinên me hene. Lê hemû pêşniyanameyên me ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin redkirin. Em dixwazin demildest kiryar bên dîtin."

Hevsera Bagdu Şemsa Bagdu jî bi Kurdî axivî û diyar kir ku hevserê wê ji ber Azadiya Welat belav kir hat qetilkirin û xwest ku demildest qatil bên dîtin. Bagdu, anî ziman ku piştî bûyerê polîsên hatin cihê bûyerê ji bo delîlan ji holê rabikin xwîn şûştin. Bagdu, da zanîn ku wê xwest dîmenên li tax temaşe bike lê tu dîmen nîşanî wê nedan. Bagdu, bilêv kir ku ji ber di salên 90'an de gund hatin şewitandin koçberî Edene bûn û dewletê her tim zext li malbatê kirin, hevser û zarokên wê hatin binçavkirin, hatin girtin û wiha got: "Dewlet ji me çi dixwaze." Bagdu, xwest ku demildest qatil bên dîtin û wiha axivî: "Heya dewlet qetilan peyda dike dê her du destên min di stuyê wan de bin."

Birayê Bagdu Temel Bagdu jî wiha got: "Heya qatil tên dîtin ji me re rihetî tuneye." Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Ahmet Abakay û Hevalê Bagdu yê xebatê Bedrettîn Karakaş jî axaftinên kurt kirin. Parêzerê Bagdu Tugay Bek jî diyar kir ku tu eleqeya bûyerê bi dijminahiya şexsî tuneye û ew cînayet weke salên 90'an hate kirin. Bek, anî ziman ku cînayet ji aliyê hîzbullah û alîgirên çeteyên DAIŞ'ê ve hate organîzekirin. Bek, da zanîn ku wan xwest dîmenên kamerayên li cihê bûyerê lêkolîn bikin lê tu hewldanên wisa pêk nehatin.

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol jî wiha got: "Heke qatilê cînayetêkê neyê dîtin sedema wê cînayetê dewlet e. Gotineke wisa heye.Em ji vê dewletê qatilên hevalê xwe Kadrî dixwazin. Heke nedin ew bi xwe sûcdar in." Meral Daniş Beştaş û Sabahat Tuncel jî bi kurtî axivîn.