ANALÎZ

Selahattîn Erdem: Bila AKP Zêde gaviyan neke

Selahattin Erdem: Divê baş bê zanîn ku wê yek bi yek hesaba qetlîamên terora faşîzmê bê pirsîn. Wê hesaba yên li Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê jî bê pirsîn, hesaba qetlîama li Xerabê Bava û Talatê jî duqat wê bê pirsîn.

Yên sernivîsa me ya destpêkê bixwînin wê bêjin ka em AKP'ê tehdît dikin. Em çi bizanin, dibe ku ji ber vê jî, li dijî rojnameya me astengiyên hiqûqî derxînin. Lê ev gotinên ku tehdîtê îfade dikin, ne yên me ne, gotinên Nûman Kûrtûlmûş ê wezîrê hikumeta TC yê ne. Ev kesayetê em behsê dikin, li pêş kamerayan û bi awayekî vekirî çapameniyê tehdît kir û got: “Divê çapamenî hedê xwe bizane! Mixabin ji dinyaya ku behsa azadiya çapameniyê û mafên mirovan dike ti bertekên cidî derneketin. “

Baş e, sedemê ku ev gotinên tehdîtwarî dayîn gotin çi ne? Lewre çapamenî zimanekî li gorî daxwaza AKP ê bi kar nayne. Di hin çapameniya nivîskî û ya dîtbarî de pênaseya: Îmamên Fetoyê, dihêne kirin! Vaye Nûman Kûrtûlmûş ji vê hers dibe û naxwaze pênaseya -îmam- bête bi kar anîn. Ji ber wê jî, li pêş çapameniyê û bi awayekî vekirî dibêje: Hedê xwe bizanin. Di cîhana ku çanda pêxwasî tê de serdest e, pêxwasiyê dike. Biwêja: kevir girêdane, kûçik berdane, dihê bîra mirov. Tirkiyeya îro hindek jî dişibe wê rewşê.

Di rastiyê de, ya divê gava xwe rast bavêje û hedê xwe bizane AKP ye. Ev desthilata AKP ê ya niha bi rastî jî ji hedê xwe derbas dike. Çawa di zext, teror û qetlîaman de rêveberiya Çîller, Demirel û Gureş derbas kiriye, wisa jî ji cuntaya Kenan Evren jî derbas bûye. Êdî dîktatoriyeke nijadpereset û faşîst ya mirov dikare bi Saddam Huseyin û Hitlerî ve miqayese bike derketiye holê. Ya li gel îtifaqa Devlet Bahçelî derketiye holê, misoger ev e.

Hin rewşenbîr kiryarên dawiyê yên rêveberiya AKP'ê wek ji hedê xwe derbas kirin ango dilopa dawiyê dinirxînin. Wek mînak; xistina parlamenteriya hevseroka HDP'ê Fîgen Yûksekdag wiha tê xwendin û nirxandin. Girtina bi dehan hevşaredaran û parlamenteran wiha tê şîrovekirin. Qetlîama namerdî ya li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê û li gundê Talatê wiha tê îfadekirin. Ûslûba Tayîp Erdogan û Bînalî Yildirim a heqaretwarî wek dilopên dawiyê tên nirxandin.

Ev AKP ya îro ji nav Millî Gorûşa ku Necmettîn Erbakan pêşengiya wê dikir, derket. Hindek jî ji ber wê bû ku civakê bi Tayîp Erdogan û hevalên wî bawerî anî. Di demeke ku koalîsyona sosyal demokrat-nasyonalîst-lîberal a Ecevît têkçû û tevgera çep a şoreşger nekarî bibe desthilat de, textê desthilatê bi dest xist. Bo gotina: Em li hemberî terzê jiyana herkesî rêzdar în ve di raya giştî ya hundir û derve de bendewariyekê anî pê. Mirov dikare bêje ku dîmeneke wisa pêkanî ku hindik mabû bikirina endamê enternasyonala sosyalîst. Bi salan gotin û kirinên wan di civaka Kurd de jî rê li ber hêviyan vekir.

Baş e, çi têkiliya kiryarên îro bi van nivîsandinên me ve hene? Gerçi rêveberiya AKP'ê wek me li jor jî behs kirî her dem ne gul û gulistanî bû. Berevajî xwedanê siyaseteke durû, menfaetperest û pragmatîst bû. Piranî wek ava di bin kayê de tevgeriya. Li gel gavên pir zeyîf yên ber bi desthilatê ve bi gotina; em bi hev re meşiyan di van rêyan de, gelek aliyan li derve hişt û xwe hêzdar kir. Her bi kê re îtifaqê kir, piştî demekê ew der kir û li derve hişt. Ne wisa bi awayekî aramî, wisa kir ku bêne perçiqandin. Vê siyasetê heta bi Erbakanê ku jê re digot: Mamosteyê min û her wisa heta Fettullah Gulen jî dirêj kir.

Niha di rojevê de îtifaqa Tayîp Erdogan Devlet Bahçelî heye. Ne diyar e ku ev îtîfaqa faşîst çiqas bajo û çawa bi encam bibe. Lê ya zelal ev e ku herdu hêz jî ne di dema bilindbûnê de lê di dema ketinê de hatîn cem hevdu. Herdu kesayet jî di bin zexta hêzên li pişt tevgera Fetullah Gulen de ji bo li ser lingan bimînin, ji bêgaviyê hevdu hembêz kirine. Ji bo vê jî, berdewamkirina komkujya Kurdan û bikaranîna terora faşîst a li dijî civaka Tirkiyeyê wek rêbaza esasî hilbijartine. Di vê çarçoveyê de tevahiya derfetên dewletê û çeteyên faşîst yên rêxistinkirî seferber dikin. Dixwazin di referandûma 16 ê Nîsanê de destûra bingehîn biguherînin, dîktatoriya faşîst hindek jî hêzdar bikin û temenê xwe jî dirêj bikin.

Ji bo vê jî ji Cizîr heta Sûrê bi dehan bajarên Kurdan wêran kirin. Bi hezaran mirovî gulebaran kirin, lînç kirin û di encama şewitandinan de qetil kirin. Bi deh hezaran mirovî li zindanan tije kirin, sedhezaran sirgûn kirin û wek sala 1994 an ku li deverên çiyayî kirîn, niha jî li bajaran pêktînin. Dixwazin heman kiryarî li gund û taxên Kurdan jî berdewam bikin. Bi girtina hêzên siyaseta demokratîk re dixwazin gel bê xwedî bihêlin û di referandûmê de bikaranîna dengan asteng bikin. Dixwazin di encama operasyonên leşkerî de hawîra hilbijartinê bigirin bin zextê û di encama operasyonên polîsiye de jî rê li ber her cure dekûdolabên hilbijatinê vekin.

Pir eşkere ye ku divê ji ber wan kiryaran desthilata AKP ê zêde gaviyan neke. Ji xwe ev qetlîamên AKP-MHP ê ne nû ne. Gelek zêdetirî van jî di salên 1991 û 94'an hatîn kirin, lê nekariye Bizava Azadiyê ya Kurdistanê paş bixîne. Her wiha ya ku çeteyên Çîller, Gûreş û Agar nekarîn pêkbînin, çeteyên Erdogan û Bahçelî hîç nikarin pêkbînin. Li aliyê din, rastiya gelê Kurd a di nav demê de û di encama têkoşînê de tecrûbe girtî û pijayî heye. Her wiha ev hêzên demokratîk dikarin qatbiqat hesabên teror û qetlîamên AKP-MHP'ê bipirsin.

Divê baş bê zanîn ku wê yek bi yek hesaba qetlîamên terora faşîzmê bê pirsîn. Wê hesaba yên li Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê jî bê pirsîn, hesaba qetlîama li Xerabê Bava û Talatê jî duqat wê bê pirsîn. Ji bo vê hêza gelê Kurd û ya hêzên demokratîk a Tirkiyeyê jî heye. Ev hesabpirsîn wê bi geşkirina berxwedana rojane re jî pêkwere. Bi gotina NA re wê di 16’ê Nîsanê de jî pêk were. Divê ev ji aliyê herkesî ve baş bê zanîn. Encama têkoşîna di demên derbasbûyî de jî vêna eşkere daye nîşan. Xala yekemîn ev e.

Ya duyemîn jî, ne mûmkun e ti hêz bikare faşîzma AKP-MHP ê ji dayîna hesabê û darizandinê rizgar bike. Ne lavakirina bi Amerîka û Rûsya ve û ne jî çûyîna Barzanî ya Tirkiyeyê wê nekare faşîzma AKP-MHP'ê rizgar bike. Êdî dawiya faşîzma AKP-MHP ê hatiye. Çiqas dikare bila bi rêveberiya Trûmp ve lava bike, çiqas dikare bila Barzanî bixe navberê û hewla provakasyonan bide. Wê nekare operasyona Reqayê sabote bike, wê nekare pêşketina gelê Kurd û yên hêzên demokratîk li Sûriyeyê asteng bike. Êdî nêrî ji hewale derbas bûye. Gotinên rêveberiya AKP'ê yên li ser operasyona Reqayê dişube biwêja: Seg direyê, karwan dibore.

Lê Tayîp Erdogan di dema ku têkdiçe de li gel rêberê xwe yê faşîst ve gelên Tirkiyeyê ber bi felaketekê ve dibe. Bi polîtîkaya dijminahiya gelê Kurd û tevkujeriyê ve pêşiya Tirkiyeyê dixitimîne, asoya wê reş dike û Tirkiye aniye ber parçebûn û belavbûnê. Li dewsa ku Tirkiye bibe welatekî cihê azadî û pêkvejiyanê ya Rojhelata Navîn, îro bi polîtîkaya dijminahiya gelê Kurd û tevkujer ve vegeriyaye welatekî tarî, bi şer û yê her kes jê direve. Her wiha siberoja civaka Tirkiyeyê hatiye tarîkirin.

Helbet ev kiryarên faşîzma AKP- MHP'ê wê ji wan re nemîne. Gelê Kurd wê hesaba qetlîaman bipirse û di heman demê de wê civaka Tirkiyeyê jî hesaba tarîkirina siberojê bipirse. Vêna jî wê bi geşekirina berxwedana demokratîk ve faşîzma AKP-MHP ê di sindoqê de bifetisîne. Vaye 8’ê Adarê û Newroz tên. Di serî de jin û tevahiya gelên li Tirkiyeyê bi ruhê Newrozê û 8’ê Adarê ve di 16’ê Nîsanê de wê biçine ser sindoqan û faşîzmê tê de bifetisînin. Êdî bi hedê xwe zanîn û neavêtina zêde gaviyan jî wê nekaribe faşîzma AKP-MHP'ê rizgar bike.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA