Sekreterê Giştî yê RSF’ê Deloîre: Em hemû Şebnem in

Bloka Aştiyê, tevlî “Nobeta Azadiyê” bû ku li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinê ya Bakirkoyê bi armanca serbestberdana Fîncanci, Onderoglû, Nesîn ên ji ber piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin tê lidarxistin.

Bloka Aştiyê, bi mebesta ku Seroka TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncancî, Nûnerê Rojnagerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu û  Rojnamevan- Nivîskar Ahmet Nesîn, ku bi hênceta piştevanî li Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn, hatibûn girtin, serbest werin berdan, tevlî çalakiya ‘’Nobeta Azadiya’’ ya li ber Girtigeha Sergirtî ya Jinê ya Bakirkoyê bûn. Di çalakiya piştevaniyê de ku Serokê Giştî yên Cemîyeta Rojnagerên Tirkiyê (TGC) Turgay Olcayto, Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, TGS, DÎSK, sendîkayên Çapemeniya – Îş’ê û Dayikên Şemiyên lê hazir bûn, Sekreterê Giştî yê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Chrîstophe Deloîre diyar kir, li hemberî binpêkirin û zextên li dijî rojnamevan û rewşenbîrên li Tirkiyeyê ew ê tim rawestin û wan biparêzin û got, ‘’Em hemû Şebnem in’’

Bloka Aştiyê tevlî çalakiya ‘’Nobeta Azadiyê’’ bû, ku li ber Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Bakirkoyê, ya ku  Fîncancî tê de girtî ye, hatibû danîn. Di çalakiyê de pankartên, ‘’Şebnem, Erol, Ahmet ne tenê ne û dengê heqîqetê nayê birîn’’, ‘’Nobeta Azadî Şebnem, Erol û Ahmet ne tenê ne’’, ‘’Rojnamegerî ne sûc e’’ hatin vekirin û her wiha wêneyên Şebnem, Erol, Nesîn hatin hildan û bi yek dengî dirûşmeyên,’’Azadî nikare were bêdengkirin’’ hatin berzkirin. Di çalakiya piştevaniye de destpêkê Sekreterê Giştî yên RSF’ê Deloîre yê ku hatibû Tirkiyeyê, axivî.

Deloîre got, ‘’Ez li derdora xwe dinerim û dibêjim, Erol kanî?’’ û wiha berdewam kir: “Bi armanca ku gav bi gav li Tirkiyê azadiya derbirînê ya ku tune dibe, em biparêzin, hatine cem hev.” Bal kişande ser ku Tirkiye di mijara derbirîn û azadiya çapemeniyê de li dinyayê di rêza 152’yê de ye û ev hetîketiyek e. Deloîre got li hemberî binpêkirina mafan ew ê piştevaniya xwe ji bo rojnamevan û rewşenbîran bidomînin û gotinên xwe bi gotina, ‘’em hemû Şebnem in’’ bi dawî kir.

ALÎ ŞEKER: JI DESTHILATDARIYÊ XEZEB DIBARE

Piştî Deloîre Olcayto axivî û got ev girtin û zext navê Tirkiyê dilewitîne. Olcayto diyar kir ku Fîncancî ya ku niha di girtîgeha Bakırkoyê de di tecrîdê de ye, şanaziya Tirkiyê ye û li şûna ku wê xelat bikin ceza kirine. Olcayto bal kişande ser ku niha li girtîgehê 39 rojnamevan hene û wiha pê de çû: ‘’Ewqas desthilatdarî hatin û çûn, lê heya niha qet desthilatdariyeke ev çend otorîter nehate dîtin.’’

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker got: ‘’ Xezeb ji desthilatdariyê dibare, kî bendê bike wan dixin qulikê. Em ê li pişt azadiya derbirînê bin.’’ Piştî axaftinan li ser navê Bloka Aştiyê Hevberdevk Bahadir Altan daxuyanî xwend. Altan diyar kir, kavil û qirkirinên ku bi dorpêçkirina Kurdistanê pêk tê, kî nîşan bide weke terorîst têne nîşandan û bi bîr xist di nav kesên ku weke terorîst têne nîşandan rojnamevan û rewşenbîr jî hene. Altan got, ‘’sûcê rojnamevanan mezin e, amûrên wan ên sûc bi bandor in, çavên wan ên ku kuştinan dibînin û qelemê wan ên dilêr hene,’’ û got ji ber vê sedemê rojnamevanan bêdeng dikin û wan dixin qulê.”

Altan axaftina xwe bi van gotinan domand: “Desthilatdariya ku ji şer dixwe, ji bilî halana şer ti dengî ranagirin’’ û got, ‘’kelepçeyên ku li destê hevalên me xistin destên me gihandin hev’’ û bi geflêxwarina polîs a li Fîncancî  amaje bi AKP’ê kir û wiha bi dawî kir: ‘’Hûn serbest in ku wan bigirin.’’