Sekna biryardar a li Taksîmê dewam dike
Sekna biryardar a li Taksîmê dewam dike
Sekna biryardar a li Taksîmê dewam dike
Li gel gefên Serokwezîr Erdogan ên digot, "Emê vî karî di nava 24 saetan de biqedînin" sekna biryardar a li Taksîmê dewam dike. Girseya gel li du nuqteyên ketina Parqê bend danîne û her tevgereke polêsan a di pozîsyona êrişê de ne, hêrsa girseyê zêde dike.
Li gel gefên Serokwezîr Erdogan ên digot, "Emê vî karî di nava 24 saetan de biqedînin" sekna biryardar a li Taksîmê dewam dike. Her tevgerên li qadê, xwe ji bo êrişa polêsan a îşev amade dikin.
Girseya gel a li nava parqê dimîne, ji bo xwe ji êrişa polêsan biparêzin, berçavk û maskeya li dijî gazê bikar tînin.
Rawestîna li du bendên parqê diparêzin jî, dewam dike. Ji van bendan tim û tim dirûşma "Hînê ev destpêke, ji têkoşînê re dewam" bilind dibe.
Her liv û tevgereke polêsan a di pozîsyona êrişê de ne, hêrsa girseyê mezintir dike.
Li gel nuqteyên bendan û Parqa Gezî, bi hezaran kes li Qada Taksîmê û Kolana Îstiklalê disekinin. Ji qadê dem bi dem dirûşma "Her der Taksîm, her der cihê berxwedanê" bilind dibe.
Ji aliyê din ve, komek ji hunermendan bi armanca pêşîgirtina li êrişeke gengaz hatin qadê û çalakiya rûniştinê lidar xistin.