Şehîdên meha Gulanê li Amsterdamê hatin bîranîn
Meclîsa Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê merasîmeke bîranînê lidar xist.

Merasîma bîranînê saet di 14:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Endama berê ya KNK'ê Fatma Dîkmen li vir mafê axaftinê wergirt û li ser wateya meha Gulanê û Komkujiya Dersîmê axivî.
Dîkmen işaret bi xalîkirina etno-olî kir, ku di serdemên dawî yên Împaratoriya Osmanî de destpê kir û piştre ji aliyê Hikûmetên Cûmhûriyetê ve bi armanca afirandina netewe dewletê hat meşandin. Dîkmen, Komkujiya Dersîmê jî di vê çarçoveyê de nirxand.
Li ser navê Tevgera Jinê Havîn Dersîm jî şehîdên PKK'ê û şoreşgerên Tevgerên Şoreşger ên Tirkiyeyê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, vegot. Havîn Dersîm bi taybetî Ûta Schneîderbanga (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) yên di 31'ê Gulana 2005'an de li Başurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.
Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser şehîdên meha Gulanê û stranên Şewûşenê qediya.