Şehîdên li benda azadiya Kobanê!

Şehîdên li benda azadiya Kobanê!

Kobaniyên ku ji bo azadiya Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ruh û bedena xwe dikin mertal û jiyana xwe ji dest didin ji ber li Kobanê şer heye li Pirsûsê tên definkirin. Cenazeyên bi darbestan tên definkirin piştî Kobanê azad bû wê bişînin axa lê ji dayik bûne. Bavê Ferman Şêx Ehmed ê YPG’î baweriya xwe ya ji bo azadiya Kobanê bi gotinên “Kobanê wê bi hêza şehîdan rabe li ser piyan” tîne ziman. 

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hêzên YPG û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî û bêhempa pêk tînin. Ev 36 roj in di pevçûnên ku bênavber didomin de derbeyên mezin li çeteyan tên xistin û şervanên YPG û YPJ’ê yên di şer û pevçûnan de jiyan xwe ji dest didin li herêmê û Rojava bi xwedîderketina welatiyan ve ji aliyê hezaran ve tên definkirin. Şervanên YPG û YPJ’ê Cemal Mahmud, Xalîd Hasan, Muhammed Can, Orhan Şêx Mistefa, Ridvan Îzzeddîn, Rêdûr Kobanê, Ferman Şêx Ehmed û Hamîdiye Muhammed, Zozan Cumo, Sorgul Azîz Abdî, Fatma Şêx Hesen, Mucahît Ahmed, Gundî Mînazî (Viyan Ahmed), Bêkara Mihemmed Mistefa, Mizgîn Ahmed, (Mizgîn Gulbahçe), Halîl Soran (Muhammed Selîme) û Egîd Wan (Egîd Bakur) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hemû ji aliyê malbatên xwe ve bi darbestan hatin definkirin û wê piştî şer bi dawî bibe bibin Kobanê. 

Li Kobanê piştî xetereya Kobanê sivîl hatin tehliyekirin û malbatên ku koçî Pirsûsê kirin cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê li Pirsûsê defin dikin. Ji ber ku piştî Kobanê azad bibe cenazeyan wê bibin Kobanê lewma bi darbestan tên definkirin. Şêx Mişmiş Ahmed ê ku kurê xwe Ferman Şêx Ahmed li Pirsûsê defin kir wiha got: “Kurê min Ferman di 1991’an de ji dayik bû wê demê gerîlayekî bi navê Ferman hebû, em bi hev re dixebitîn. Ew ji Bakur bû, li Kobanê şehîd ket ji ber wê navê wî da kurê xwe. Ew jî wekî Ferman bû şervaneke qehreman. Li ber destên gerîlayan wekî welatparêzekî mezin bû.”

Ahmed da zanîn ku di dema têkoşîna azadiya Kurd de bi gelek şervanên PKK’ê re hatine cem hev û 3 zarokên wî li wan gelek bibandor bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2009’an de keça min Rûken tevli PKK’ê bû. Me navê xizmeke me ya şehîd li wî kiribû. Qoda wê bû Rûken Cemal. Pişter Ferman tevli YPG’ê bû. Piştî wî jî kurê min ê biçûk Cemal tevli YPG’ê bû me navê şervanekî pir bi qehremanê li Rakkayê şehîd ket ji ber vê me xwest navê Kahraman Rakka li xwe bike.” Ahmed da zanîn ku ew j îli Rakkayê li dijî El Nusrayê di nava yekîneyên parastina gel de cih girtiye û ji ber ku di 13’ê Adarê de birîndar bûye vegeriyaye Kobanê. Ahmed diyar kir ku Ferman di 2011’an de li Kobanê tevlî refên YPG’ê bûye û ji asayîşê berpirsyar bûye, dema li Kobanê pevçûn qewimîne ev jî ketiye pevçûnan. Ahmed bilêv kir ku bi şerê li Kobanê wan jin û zarok şandine Pirsûsê û bi du kurên xwe re li Kobanê li dijî çeteyan şer kirine. 

'WEKÎ XATIRÊ XWE BIXWAZE LI HEMÛ XIZMÊN XWE GERIYA'

Ahmed destnîşan kir ku Ferman beriya ku birîndar bibû li hemû xizmên xwe geriyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji deng û eleqeya ka nîşanî malbatê dida de dihat xuyakirin ku wekî ev axaftina xetinxwestinê bû.” Ahmed bilêv kir ku wan ji hevalê xwe yê bi navê Îsmet hîn bûye ku Ferman di 7’ê Cotmehê de birîndar bûye û wiha berdewam kir: “Telefonî min kir , dema ji min re gotin were min fêm kir ku tiştekî ne baş pêk hatiye. Bi israr min pirsî û gotin min birîndar bûye û dibe ku şehîd bikeve. Dema birîndar bû em çûn lê dewleta Tirk destûr neda em ji sînor derbas bibin. Em mijûl kirin dema kurê min anîn Rihayê em hîn bûn ku jiyana xwe ji dest daye. Ez jî bi cenazeyê Gulan Batman a YPJ’ê ji sînor dihat derbaskirin derbas bûm û hatim cem kurê xwe.”

HER ROJ LI KOBANÊ DIGERE

Ahmed diyar kir ku ew niha her roj li şûna kurê xwe şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê şer dike digere û dixwaze hesreta xwe derbas bike. Ahmed di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Nihê tekane hêviya me ew e ku şervanên bi rûmet Kobanê rizgar bikin û careke din em vegerin li ser axa xwe ya pîroz. Çar parçe Kurdistan yek, tu cudebûn nîn e. Pirsûs jî Kobanê jî mina hev in lê dîsa jî em dixwazin axa ku lê ji dayik bûne û ji bo wê canê xwe feda dikin bijîn.” Ahmed got ku tirsa Tirkiyeyê ew e ku li herêmê xwesiriya demokratîk bê înşakirin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê zextên xwe zêde dike. Ji ber ku li Rojava jî xweseriya demokratîk hate înşakirin alîkariyê nade. Em di ferqa hemû tiştan de ne.”

'KOBANÊ DÊ BI HÊZA ŞEHÎDAN RABE SER PIYAN'

Ahmed anî ziman ku hêzên YPG û YPJ’ê dîrokeke destanî dinivîsinin û wiha axivî: “Yên êrîşî Rojava dikin ên ne di rêya rast de dimeşinin. Ên di rêya rast de nameşin tenê demeke dikarin xwe bidin jiyandin lê tu caran wê bi ser nekevin.” Ahmed da zanîn ku DAIŞ’ wê ji Kobanê bi windahiyên giran derkeve û Kobanê di demeke nêz de azad bibe û dema Kobanê azad bibe wê cenazeyê Ferman bibe axa xwe û li wir defin bikin. Ahmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Me Ferman bi darbestê ve defin kir. Em dizanin Kobanê wê azad bibe û ji berê bihêztir be. Dema ew roj hat em ê nêzî azadiya hemû Kurdistanê bin. Dema Ferman şehîd ket min got ên bê ol ên ol bi kar tînin bila kêfxweş nebin. Me dizanibû Kobanê dê bi hêza şehîdan rabe li ser piyan. Ferman hêz da me û berpirsyariye pir mezin xist li ser milê me. Niha em ji bo ku layiqî biranîna wî bibin em bêtir têbikoşin.”