Şehîdên Enfalê li Germiyanê hatin bibîranîn
Li, Germiyanê konferansa bi mijara qirkirinê û bernameyên bîranînê hatine lidarxistin
Li, Germiyanê konferansa bi mijara qirkirinê û bernameyên bîranînê hatine lidarxistin
Ji ber sedema salvegera 29’an a komkujiya Enfalê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bernameyên bîranînê û xwepêşandina hene.
Li Kelar a Germiyanê li salona sporê ya Kuranê bi mijare qirkirinê û Enfalê konferanseke hate lidarxistin. Di konferansê de mexdûrê Enfalê û Wezîrê Karê Şehîdan Mahmûdî Hacî Salih axivî û xwest ku qirkirina Enfalê di qada navdewletî de were naskirin.
Her wiha li bajarokê Rizgarî yê Kelarê Navenda Ronakbûnê ya Aranê hate vekirin. Di merasîma vekirinê de xelat dane nasên ku di Enfalê de jiyana xwe ji dest dane.
Di nav çarçoweya bîranîna komkuijya Enfalê de li bajarokê Dukanê ya Germiyanê turnuvaya gokê hate çêkirin.
Ji hêla Mîdûriyeta Sporê ya Rizgarî ve di navbera Tîma Neviyên Enfalê de ku ji nasên kesên ku di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dayin pêk dihat û Rizgarî de lîstika gokê hate lîstin.,