'Şehîdên Cotmehê' li Kolnê hatin bîranîn
'Şehîdên Cotmehê' li Kolnê hatin bîranîn
'Şehîdên Cotmehê' li Kolnê hatin bîranîn
Şervanên azadiyê yên Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarê Elmanya Kolnê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Merasîma li Komeleya Mala Kurdan a li Kolnê ji aliyê TJKE ve hat organîzekirin. Di merasîmê de di kesayetiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Gurbetelî Ersoz (Zeynep) û Aylîn Hêlîn Işik (Têkoşîn Koçgirî) de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Li ser navê Malbatên Mexdûr û Windahiyan (KOMAW) Salih Cizîrê di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand ser girîngiya cangoriyan ji bo azadiya Kurdistanê û got, "Şehîdên me paşeroja me, roja me ya îro û siberoja me ne. Em wan bi vî rengî dibînin."
Salih Cizîrî di axaftina xwe de rewşa Kobanê jî nirxand û destnîşan kir ku divê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê dayîn, li her deverê belav bibe. Li dû axaftinan, gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi sînevîzyonekê hatin vegotin.