Şehîdên Cizîrê li Essenê hatin bibîranîn
Di şexsê Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc û Asya Yuksel de berxwedêrên xwerêveberiya Cizîrê hatin bibîranîn.
Di şexsê Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc û Asya Yuksel de berxwedêrên xwerêveberiya Cizîrê hatin bibîranîn.
Komîsyona Malbatên Şehîdana (KOMAW) ji bo berxwederên xwerêveberiya Cizîrê bernameyeke bîranînê li dar dixst. Di bernameyê de bi sedan Kurdistanê hazir bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevîzyona li ser jiyana Mehmet Tûnc hate nîşandan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn wê kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane neyên ji bîrkirin û di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bijîn.
Bername bi dirûşma ‘şehîd namirin’ bi dawî bû.