Şehîdê aştiyê Serdar Ben ji aliyê hezaran hat oxirkirin

Cenazeyê Serdar Ben ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Li ser gora Ben axa ji ser gora Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de hatî qetilkirin anîn hat belavkirin.

Cenazeyê Serdar Ben ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Li ser gora Ben axa ji ser gora Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de hatî qetilkirin anîn hat belavkirin.

Cenazeyê endamê Înşaat Îş'ê Serdar Ben ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li Gazî hat definkirin. HDK, HDK, Halkevlerî, Altin, ESP, EMEP, Kaldiraç, Partiya Şoreşger, SYKP, DHF, Dayikên Aştiyê, Malbatên Şehîdên Gezî, karkerên endamên Înşaat Îş'ê, parlementerên HDP'ê Alî Kenanoglu, Turgut Oker û Erdal Ataş û bi hezaran kes ji bo merasîma cenaze li ber Cemxaneya Gezî hatin cem hev. Piştre girseyê dest bi meşê kirin. Di meşê de pankart hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin.

Girseyê darbesta Ben a bi alên zer û sor hat pêçandin hilgirt û heya Goristana Gazî birin. Piştî meşê li goristanê rêzgirtin pêk hat û birayê Ben Alî Haydar Ben axivî û wiha got: "Dewlet komkujiyên xwe didomîne. Bi kuştina me xwe nagire li ser miriyên me polîtîkayên qirêj didomîne. Hem qetil dike û hem jî cenazeyên me nade me. Em dest ji têkoşîna xwe bernadin."

'EM SERDAR DI BERXWEDANAN DE NAS DIKIN'

Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş jî diyar kir ku ew li welatê komkujî lê pêk tên dijîn û wiha got: "Me komkujî li Dersîm û Zîlanê dîtin. Dewlet polîtîkayên xwe yên komkujiyê didomîne. Em xemgîn in lê em gelek bi hêz in. Em ê hesabê van komkujiyan bipirsin." Nûnerê Sendîkaya Înşaat Îşê Bariş Aydin jî wiha got: "Me Serdar di berxwedana de nas dikir. Me soz da rêhevalên xwe em ê vî şerî xilas bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Ben bi dirûşman hat definkirin. Piştre axa ji ser gora Ethem Sarisuluk anîbûn li ser gora Ben hat belavkirin.