Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Antwerpenê hat bîranîn

Li bajarê Belçîka Antwerpenê, şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat bîranîn.

Li bajarê Belçîka Antwerpenê, şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat bîranîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, endmê PYD'ê Koçer Hesekê axivî. Hesekê diyar kir, şoreşa rojava şoreşa jinê ye û yek ji kesên ev pêk aniye jî Şehîd Silava ye. Hesekê destnîşan kir, ew ê hewl bidin hêjayî şehîdan bin.

Di merasîma bîranînê de kekê şehîd Silava Şahîn Mehemed û endama Komîteya Malbatên Şehîdan a Belçîkayê Sûltan Ograş mafê axaftinê wergirtin û hestên xwe bilêv kirin.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...