NÛ BÛ

Sefîrê Rûsya yê ku êrîş li ser hate kirin, mir

Sefîrê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov, li Enqereyê di encama sûîqestekê de, mir.

Li dijî Sefîrê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov êrîşek çekdarî çêbû. Karlov bi birînek giran rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku dema sefîr serdana pêşendaneke hunerê ya ji hêla şaredariya Çankaya dihat organîzekirin dikir, ev êrîş pêk hatiye.

Li gor agahiyan ajansa Rûsya RIA, êrîşkar ji pişt ve li sefîr daye. Hat diyarkirin ku Karlov ê ku bi giranî birîndar bibû, mir.

Kesê ku sûîqestek pêk aniye jî dûvre ji hêla polîsan hat kuştin. Têkîldarî nasnameya vî kesî hê ti daxuyanî nehatine dayîn.