Seferên Viyana-Hewlerê hatin betalkirin

Di demeke ku li dijî barbariya DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê têkoşîn dewam dike de, ji ber pirsgirêka ewlekariyê seferberên balafiran ên ji Viyanayê ber bi Hewlêrê bi awayekî demkî hatin betalkirin.

Di daxuyaniya Rêyên Hewayî yên Awûstûryayê (AUA) de hat ragihandin ku sefera roja Yekşemê ber bi Hewlêrê û hemû seferên piştî roja Duşemê (duh) hatine betalkirin. Ji bo sedema betalkirina seferên balafiran jî 'pirsgirêka ewlekariyê' ya ji ber şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê hat nîşandan.

Di rewşa heyî de, ji meha Tebaxê û vir ve ji ber şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ti kargehên hewayî yên navneteweyî ji bo Hewlêrê seferan nakin. Di daxuyaniya AUA de hat ragihandin ku seferên ber bi Hewlêrê ve, heta 23'ê Adarê hatine sekinandin û nehat aşkerakirin ku piştî vê demê wê seferên ku rojane tên kirin, dewam bike yan na.

Di meha Tebaxê de piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin, kargeha Germanwings a ser bi Rêyên Hewayî yên Elman, seferên balafirên xwe yên ji bo Hewlêrê betal kiribû.

Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê çend meh berê, welatiyên xwe di mijara çûn û hatina Başûrê Kurdistanê de hişyar kiribû.

Tê gotin ku xeta di navbera hêzên pêşmerge û çeteyên DAIŞ'ê, bi qasî 40 kîlometre dûrî Balafirgeha Hewlêrê ye.