'Sedsala rewşedar a Kurdistanê'
'Sedsala rewşedar a Kurdistanê'
'Sedsala rewşedar a Kurdistanê'
Dîroknas û analîstê Rûs Stanislav Tarasov pêşketinên li Kurdistanê û hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxand û vê sedsalê ji bo Kurdan weke “Sedsala rewşedar (muhteşem) a Kurdistanê” bi nav kir. Tarasov destnîşan kir ku Ocalan di nava Kurdan de kesayeteke “karîzmatîk e” û bal kişand ser bandora Ocalan di nava Kurdan de.
Dîroknas û analîstê Rûs Stanislav Tarasov bi sernavê “Sedsala Rewşedar a Kurdistanê” gotarek di malpera înformasyonê ya Rûsyayê ya bi navê (iarex.ru) de weşand û bal kişand ser pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn. Tarasov got: “.” Kurd ji aliyê xwe ve bi fikir û armanceke mezin dimeşin. Hinek alî dikevin nava hesabên biçûk, lê Kurdên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê hêdî hêdî dibin yek û ber bi Kurdistana mezin ve gavan diavêjin. “
Nivîsa Dîroknas û analîstê Rûs Stanislav Tarasov a bi sernavê “Sedsala Rewşedar a Kurdistanê wiha ye:
“Li gorî agahiyên di raya giştî de cih digirin, li Tirkiyeyê di navbera Tirkiyeyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Îmraliyê hevdîtin tên kirin. Li gorî tê dîtin armanca van hevdîtina bêçekkirina PKK’ê ye. Li gorî daxuyaniyên Yalçin Akdogan, êdî ev şerê ku 30 sal in berdewam dike, bi çekan çareser nabe, divê êdî qanaxeke nû bê destpêkirin.
Abdullah Ocalan bi taybet di nava gelê Bakûrê Kurdistanê de kesayeteke karîzmatîk e.14 sal bi ser girtina Ocalan re derbas bûn. Ev demek dirêje ku di îzolasyonê de ye. Beriya demekê ew bi rêya parêzeran dihat agahdarkirin, lê ev demek dirêj e ku ji pêvajoyê nedihat agahdarkirin. Ji ber wê jî hevdîtinên di navbeta Tirkiye û Ocalan de pir veşartî tên kirin. Lê careke din dikarin bêjin ji bo destpêkê wisa ye.
Ocalan di hevdîtina ya dawiyê de ku bi birayê xwe re pêk anîbû, diyar kiribû ger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, wê demê dê li Tirkiyeyê rewş bibguhere û êdî xwîn nayê rijandin. Ger wisa nabe, wê demê pêşeroja Tirkiyeyê jî zelal naxuyê.
Bi gotinekê em dikarin bêjin ku Serokê PKK’ê ruxmê di girtîgehê de ye, hîna jî têkoşîna xwe dimeşîne û siyasetmedar û hukûmetê re dide fêmkirin ew ji bûyeran agahdar e û dikare analîzan li ser pêşerojê bike. Ev yek jî pirseke balkêş e ku heta niha jî gelek pisporên cûda nikarin Ocalan fêm bikin.
Ya din jî, li gel hemû hewldanên dewleta Tirkiyeyê, grevanên birçîbûnê yên di girtîgehan de bi banga Ocalan hatin bidawîkirin. Li vir em dikarin van encaman bibînin:
1-Ocalan û hêza wî nîşan dide ku hîna jî şans heye ku ev pirsgirêk li Tirkiyeyê bê çareserkirin, lê ger ku hewlên hukûmet jî ji bo vê yekê hebin.
2-Di hundirê hukûmetê de hin hêzên nû çêdibin, qaşo dikarin têkoşîna Kurdan tune bikin.
3-Hewldanên ku ji bo Ocalan li derveyî muxatabên pirsgirêka Kurd bihêlin berdewam dikin. Hîna jî li Tirkiyeyê hin alî îdîa dikin ku Ocalan nikare hêza PKK’ê kontrol bike.
Di van demên dawiyê de weke em dibînin, em nikarin têkiliyên Tirkiye û Kurdistana Iraqê piştguh bikin. Bi rastî jî di van rojên dawiyê de li gorî çapemeniya Tirk dibêje, Erdogan peyam daye ku ew ê heta dawiyê li dijî Bexdayê destekê bidin Başûrê Kurdistanê. Her wiha, li gorî çapemeniya wan, Barzanî jî gotiye ku herêma wan dikare bi alîkariya Tirkiyeyê berfireh bibe. Weke tê zanîn li vir hemû pirsgirêk gaz û petrol e.
Dema ku analîst rewşa sê alî ya Bexda-Enqere-Hewlêrê analîz bikin, ev yek tê bîra mirov: “Ne girîng e li ser çi malî bibe, ya girîng ew e ku bikeve bazarê.” Kurd ji aliyê xwe ve bi fikir û armanceke mezin dimeşin. Hinek alî dikevin nava hesabên biçûk, lê Kurdên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê hêdî hêdî dibin yek û ber bi Kurdistana mezin ve gavan diavêjin.
Bi vê yekê careke din nîşan didin ku li Rojhilata Navîn êdî her tişt pêkan e.”