Sedema mirina ji ber çixareya elektronîk 'Asetata vîtamîna E' ye

Li DYE'yê bi dehan kes ji ber çixareya elektronîk jiyana xwe ji dest dan. Eşkere bû ku mirovên jiyana xwe ji dest dan ji ber asetata vîtamîna E jiyana xwe ji dest dan.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di nava çend mehên derbasbûyî de 54 kesan ji ber nexweşiyên pişikê yên ji ber çixareya elektronîk jiyana xwe ji dest dan. Der barê vê dramê de ya çixareya elektronîk, ku li dinyayê weke 'alternatîfa çixareyê' dihate nîşandan, lêkolînek hate kirin û sedemên mirina ji ber çixareya elektronîk eşkere bûn. 

Lêkolîn ji aliyê pisporên Navendên Kontrolkirin û Astengkirina Nexweşiyan a DYE'yê (CDC) ve hate kirin û di New England Journal of Medicine de hate weşandin. Di lêkolînê de hate ragihandin ku sedema mirina wan kesan asetata vîtamîna E ya li pişikê ye. Di lêkolînê de hate gotin, ku pêwendiya vê yekê bi pirsgirêka hilmwergirtinê ya mirovên jiyana xwe ji dest dan ve heye. Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku meha Mijdarê lêkolînek bi heman rengî hate kirin û encamên bi heman rengî ji lêkolînê eşkere bûn.

Li DYE'yê ji meha Hezîranê û pê ve eşkere bû ku 2 hezar 500 kesên bi zorê hilm werdigirtin hemûyan çixareya elektronîk bi kar dianîn. Ji wan 54 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di lêkolînê de ji 51 kesên pirsgirêk di pişika wan de hebûn li gel 48 ji wan asetata vîtamîna E hate tespîtkirin. Eşkere bû ku ev made bi rengekî neqanûnî ji kesên ku çixareya elektronîk bi kar tînin hate firotin.