Sê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin defnkirin
Cenazeyên Fatma Batur, Bedriye Batur û Hasan Baykara ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan li Alanyayê bi girseyî hatin definkirin.

Cenazeyên Fatma Batur, Bedriye Batur û Hasan Baykara yên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji destr dan li Alanyayê bi tevlîbûna hezaran kesan hatin definkirin. Piştî cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alanyayê bi girseyî hatin wergirtin bi konvoyekê anîn Goristana Cikcilli ya Alanyayê. Bi hezaran kesan kes tevlî merasîma cenazeyan bûn. Piştî nimêja cenazeyan a li goristanê 3 cenaze bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Qatîl Erdogan" û “Bijî berxwedana gelan” hatin definkirin.
Di merasîma cenazeyan de Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Saruhan Oluç axaftinekî kin kir û diyar kir ku di pêvajoya hewcehiya aştiyê heyî yên aştî dixwastin hatin qetilkirin. Oluç anî ziman ku bersiva li hemberî êrîşa li dijî aştiyê pêk hatî ya herî mezin têkoşînê mezin bikine. Oluç da zanîn ku ew soz didin ku dê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dan bigihijînin serketinê.
Piştre girse çû konê sersaxiyê yê li Taxa Guller Pinar a Alanyayê.