Sê febrîqe, navendeke madeyên kîmyewî û wesayitek hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li pênc bajaran 3 febrîqe, navendeke madeyên kîmyewî û wesayitek şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li pênc bajaran 3 febrîqe, navendeke madeyên kîmyewî û wesayitek şewitandine.
Însiyatîfa Dayikên Êgir daxuyaniyek weşand û ragihand ku di navbera 1 û 2'ê Adarê de li Stenbol, Bûrsa, Îzmîr, Bîlecîk, Manîsa û Çanakkaleyê çalakî kirine.
Însiyatîfê hişyarî da ku çalakiyên wan ên li dijî faşîstan wê dewam bikin û ragihand ku 2'ê Adarê li Ataşehîr a Stenbolê febrîqeyeke mobîlya ya 'dijminên Kurdan', li navçeya Şehzadeler a Manîsayê navendeke madeyên kîmyewî û plastîk a AKP'iyan, li Mereşê febrîqeyeke tekstîlê ya 'faşîstan', di 1'ê Adarê de jî Çanakkaleyê wesayita kesekî MHP'î û li navçeya Pazaryerî ya Bîlecîkê febrîqeya ard a berê ya DemÎrkoy a AKP'iyan hatin şewitandin.