Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo Dersimê dadikevin qadan
Saziyên li Elmanyayê diyar kirin ku şewata rejîma AKP'ê li Dersimê derxistiye dewama şerê li dijî Kurdan û Elewiyan e. Wê sibe li Frankfûrtê li ser mijarê mîtîngek were lidarxistin.
Saziyên li Elmanyayê diyar kirin ku şewata rejîma AKP'ê li Dersimê derxistiye dewama şerê li dijî Kurdan û Elewiyan e. Wê sibe li Frankfûrtê li ser mijarê mîtîngek were lidarxistin.
Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê, li ser şewata ku rejîma AKP'ê li Dersimê derxistiye belavokek weşandin.
Belavok ji aliyê saziyên bi navê Yenî Kadin-Frankfûrt, HDK-Frankfûrt, ADEF-Frankfûrt, ADHK-Frankfûrt, NAV-DEM-Frankfûrtê ve hate weşandin. Di belavokê de hate gotin, "Ev 15 roj in ax/erdê Dersimê, xezal û kulîlkên wê tên şewitandin. Dewlet dixwaze jiyan û bedewiya Dersimê bi temamî ji holê rake."
'ÊRÎŞ LI DIJÎ HEVSENGIYA EKOLOJÎK, DÎROK Û BERXWEDANÊ YE'
Di dewama belavokê de wiha hate gotin:
"Ne tenê daristanên Dersimê tên şewitandin, her wiha dixwazin rabirdûya berxwedêr û paşeroja bi hêvî ya Dersimê bişewitînin. Hewl didin Elewîtî, Kurdîtî, berxwedêriya serî natewîne ya Dersimê bişewitînin. Bi rêya şewatê dixwazin hevsengiya ekolojîk ji hev bixin, dîrok û xwezayê talan bikin.
Şewata ku bi rojan e li Dersimê dewam dike, bi destê dewletê dest pê kiriye. Dewlet weke beşek ji şerê xwe yê li dijî gelê Kurd, Elewiyan û hemû hêzên demokrasiyê, bi bomberdûmanê agir berda daristanên li Dersimê. Bi şewatê re dixwaze Dersimê vala bike, ji holê rake, bike ku jiyan lê nebe, berxwedêriya wê bişikîne û teslîm bigire. Ji ber vê yekê ji bo vemirandina şewatê tiştekî nake.
Dewleta ku li çar aliyên cîhanê mirovan direvîne û ji bo kuştina berxwedêrên Kurd ê li welatên din pereyekî zêde xerc dike, li şewata li Dersimê temaşe dike û nahêle mirovên dildar şewatê vemirînin. Ev nêzîkatî jî nîşan dide bê kî ji şewata li Dersimê berpirsyar e û şewat çima nayê vemirandin.
'DEWAMA ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN Û ELEWIYAN'
Lewma em dixwazin bêjin ku şewata li Dersimê ne tenê şewata li daristanan e. Ev şewat dewama şerê li dijî Kurdan û Elewiyan e.
'EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN Û BI XURTÎ LI BER RABIN'
Em ji vir îlan dikin ku li dijî armanca Erdogan û derdora wî ya ji bo tinekirina Dersimê, li dijî êrîşkariya wan a kujer, mîna her carê em ê ti carî serî netewînin. Em ê bi destek û hewldana raya giştî van êrîşan bişikînin. Lewma em pê bawer in ku li dijî êrîşên heyî û êrîşên gengaz wê raya giştî ya demokratîk bi berpirsyariyeke xurt rabe, bi awayekî çalak nerazîbûnê nîşan bide û her kes wê li her cihî tiştê ji dest tê bike.
Aqûbeta kesên ku demên berê dixwest serî li Dersimê bidin tewandin çi be, yên ku niha Dersimê dişewitînin jî wê bi heman rengî be."
MÎTÎNG
Mîtînga ku wê li dijî rejîma AKP'ê ya ji ber şewitandina Dersimê bê lidarxistin:
"23'ê Tebaxê roja Pêncşemê saet 11:00
Kennedyallee 115
Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk
Frankfûrt."