Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Sazî û rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.
Sazî û rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.
Bi navê Kurdên li Rûsyayê Yekîtiya Saziyên Kurdan a Navneteweyî, Otonomiya Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê û Yekîtiya Jinên Kurd bi wesîleya meha Gulanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, têkoşîna ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê tê meşandin, ji bo Kurdan têkoşîna jinûve hebûnê ye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tevî Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Çaran di meha Gulanê de bi hezaran lehengan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de bi navê Kurdên li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn û hate gotin, "Bi wesîleya meha Gulanê em hevalên Tayhan (Ahmet Yildirim) û Jêhat (Remzî Akkûş) bi bîr tînin ku ji bo Kurdên li komarên sowyeta berê bûne sembol.
Saziyan destnîşan kirin ku bi saya têkoşîna şehîdên meha Gulanê Kurd û Kurdistan gihîştine vê astê û ev têkoşîn wê bi xurtî dewam bike.