Saziyên Kurd ên Ermenistanê salvegera 15’ Tebaxê pîroz kirin

Kurdistaniyên Erîvanê bi merasîmekê 36’mîn salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di merasîmê de endamên Komîteya Kurdistanê axivîn û hestên xwe yên derbarê vê rojê de anîn ziman.

Li bajarê Êrîvanê ya Ermenistanê li mala gel a Kanekarê gel kom bûn û bi merasîmekê 36’emîn salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.

Li ser navê endamê Komîteya Kurdistanê Mehsûm Hesen axivî û got: “Bi fikir û ramanên Rêber Apo û bi pêşengtiya fermandar Egîd ev roja ku em jê re dibêjin roja vêjînê hat destpêkirin. Roja hebûna me ye, roja serî rakirinê li hemberî zilma ku bi salane li ser gelê Kurd hatibû meşandin e. Ji bo wê ev roj ji bo me pir girîng e.”

Hesen axaftina xwe domand û diyar kir: “Di dîroka gelê Kurd de gelek serhildan çêbûnê, lê ji aliyê dijmin ve hatin tunekirin. Ev pêngava ku ji aliyê Serokatî ve hat destpêkirin û bi pêşêngtiya heval Egîd fîşeka yekemîn li hemberî dijmin hat teqandin, ev hişt ku neyarên gelê Kurd bikevin şoqê, ji ber ku gelê Kurd hişyar bû û êdî berê xwe dan nava refên têkoşînê. Ji sala 1984’an heta îro ango Cenga Heftanînê, em bi hemû rengî li ber xwe didin û dijminê me tek çûye.” Hesen bi wê hevokê dawî li axaftina xwe anî: “Em Cejna Vejînê vê roja pîroz li hemû şehîdên azadiyê, li Rêber Apo û hemû gelên ku bi salan e li ser bingeha 15’ê Tebaxê li ber xwe didin, pîroz dikin.”

Endamekî din ê Komîteya Kurdistanê Şêx Tahir jî axivî û destnîşan kir: “Ev roj ji bo me rojeke mezin e. Me wek gelê Kurd xwe bi vê rojê naskir. PKK, bi fîşekekê dest pê kir û îro bi hezaran gerîlayên me hene û li her derê berxwedaneke bêhempa didin meşandin. Em bi wan hene û em ê bi wan û felsefeya Rêber Apo bigihîjin azadiya xwe. Em vê roja pîroz li hemû azadixwazan pîroz dikin û serkeftina me pir nêzîk e.”

Endema KNK’ê Jênîka Qadir jî axifî û got: “Ez wek jinekê vê rojê li hemû dayîkên şehîdan pîroz dikim, ji ber ku dizanin ku ev roj çawa hatiyê çêkirin. Yên ku ev roj çêkirin dayîkên şehîdan in. Qadir axaftina xwe wiha domand: “Serok Apo em kirin xwedî gelek rojên pîroz, ji bo wê pewîst e em li her derê ji bo azadiya Serokê xwe têbikoşin û îsal azadiya Serok Apo misoger bikin.”

Herî dawî endamekî din ê Komîteya Kurdistanê Mîlo Kalaşyan jî axivî wiha hestên xwe anîn ziman: “Vê rojê hişt ku îro em li her derê serê xwe bilind rabikin û ji xwe şerm nekin. Ji ber ku dijminê me wisa li me kiribû ku me ji xwe şerm dikir, lê bi felsefeya Serok Apo û bi pêşêngtiya hevalê Egîd îro em bûne xwedî maf, hêz , artêş û dinya li ser maseya siyasetê hesabê me Kurdan dike. Ev jî serkeftina me dide diyar kirin.”

Merasîm bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.