Saziyên Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Saziya Kurd ê Ermenîstan li Êrîvanê ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê ya Efînê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Saziyên Kurd ên Ermenîstan, Şêwira Kurdên Ermenîstan, Kurdistan Komîtê û Meclîsa Avaker a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo Efrînê bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya li avahiya Ragihandinê ya Mamilo Şinkê hate kirin de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û talankirina çeteyên mal û milkên welatiyên sivîl hate şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Şêwira Kurdên Ermenîstan parlemeterê Kurd Kinyas Hemît ve hate dayîn. Hemîd di serî de Newroza sala 2018’an li gelê Efrîn, şervanên YPG/YPJ’ê yên niha di çeperan de sîng bi sîng şer dikin, li Rêberê Gelê Kurd û hemû gelê Kurd pîroz kir. Hemîd got: “Bi vê Newrozê gelê me li hemû qadan bersiva pêwîst da dijmin.Em vê berxwdana gel ji dil û can silav û pîroz dikin. “

'YÊN DUH LI BAKURÊ KURDISTANÊ BÊDENG, ÎRO JI BO EFRÎNÊ JÎ BÊDENG IN'

Serokê Kurdistan Komîtê Kinyas Hemîd bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û talankirinên çeteyê wê û got: “Em di serî de van êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin. Çawa ku dewleta li Bakurê Kurdistanê li Cizîr, Silopiya, Gever û Şirnexê bajar talan û wêran kirin, îro jî heman polîtîkayê li ser Efrînê dide kirin. Yên ku wê demê jî li dijî kiryarên Erdogan bêdeng bûn niha jî heman bêdengiyê ji bo Efrînê jî didomînin. Em di serî de vê bêdengiya welatên Ewropa ku dibêjin em demokratin mafê mirovan diparêzin, Amerîka û hemû cîhanê şermezar dikin. Çeteyên dewleta Tirk dane gel xwe mal û milkên welatiyên sivîl dizin û talan dikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê ji bo vê welatên Ewropa bikeve nava tevgerê.”

 ‘WÊ DAWIYA ERDOGAN BI DESTÊ JINÊN KURD BE’

Piştre jî Seroka Kurdistan Komîtê Jînîka Qadir axivî û bal kişand ser êrîşên hov ên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bi taybet Efrînê û got: “Bila Erdoganê faşîst baş bizanibe ku wê jinên Kurd nefesê li wî biçikîne û li Efrînê dawî li serweriya wî û çeteyên hevkarên wî bîne. Wê Efrîn ji bo Erdogan û çeteyan bibe goristan.

‘NIRXÊN MIROVAHIYÊ LI EFRÎN TÊN BINPÊKIRIN’

Piştî axaftina Qadir Endamê Meclîsa Avakar a Şengalê Silo Dubuyan bi şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi axaftinê kir û wiha axivî: “Em heta dawî li pişt gelê Efrînê ne. Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin. Em baş dizanin ku dema mijar dibe Kurd hemû dewlet bêdeng in. Em bang li welatên Ewropa, YE, PE û hêzên navneteweyî yên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikim ku îro Erdogan û çeteyê wî li Efrînê êrîşên dagirkeriyê didomîne û diziya mal û milkên gelên sivîl dike. Nirxên mirovahiyê li Efrînê tê binpêkirin. Li Efrînê jin, zarok û sivîl tên qetilkirin. Her wiha bang li Rûsya jî dikin kû demek beriya demekê dawî li vê helwesta xwe ya hevkariya sûc bîne. Bila dewleta Rûsya dawî li têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bîne. Ji ber ku Tirkiye wê sibe xiyanetê li Rûsya jî bike.”