Saziyên çapemeniyê yên Norwecê ji bo Stêrk Tvyê daxuyanî dan
Yekîtiya Rojnamevanên Norwecê û Yekîtiya Nivîskarên Norwecê ‘Norsk Pen’ bi deklarasyoneke hevpar nerazîbûneke tund nîşanî hewldana RTUK û Eûtelsatê dan ên ku dixwazin Stêrk Tvyê bigirin.
Yekîtiya Rojnamevanên Norwecê û Yekîtiya Nivîskarên Norwecê ‘Norsk Pen’ bi deklarasyoneke hevpar nerazîbûneke tund nîşanî hewldana RTUK û Eûtelsatê dan ên ku dixwazin Stêrk Tvyê bigirin.
Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku biryara RTUK’ê tu eleqeya xwe bi zagonên Ewrûpayê tune û hat gotin ku “Ev biryar derveyî zagonan e.”
Di daxuyaniyê de cih dan daxuyaniya Stêrk Tvyê û hat diyarkirin ku Stêrk Tv her dem weşana pirçandî diparêze û demokrasî û laîkiyê esas digire.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Stêrk Tv di nav kanalan de yên ku li Tirkiyeyê weşanê dikin, tekane kanal e ku li hemberî rêxistinên wekî DAIŞ, El Nusra û El Kaîdeyê helwesta xwe nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê 156 radyo û Tv hatine girtin, 2500 rojnamevan bêkar mane û 150’î zêdetir rojnamevan jî hatine girtin.
Her du saziyan ji Wezîrê Karê Derve yê Norwecê Børge Brende ev tişt xwestin:
-Bila rêveberê Eûtelsatê Rodolphe Belmer dev ji tehdîta girtina Stêrk Tvyê berde.
-Divê ji hikumeta nû ya Fransayê were xwestin ku bila pêşiya girtina Stêrk Tvyê were girtin û mafê haydar û agahdarbûnê yên mirovan ji destê wan neyên stendin.
-Divê ji RTUK’ê were vegotin ku, di kîjan xeta siyasî de be bila bibe, dema mesele weşangeriya TV û radyoyan be, divê RTUK li gorî zagonên Ewrûpa û Norwecê tevbigere