Saziya Asûr-Suryan KGM’ê DYA şermezar kir
Saziya gelên Asûr-Suryan Kongreya Gel a Mezopotamya (KMG) biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê şermezar kir û got; “Em piştgiriyê didin her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd.”
Saziya gelên Asûr-Suryan Kongreya Gel a Mezopotamya (KMG) biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê şermezar kir û got; “Em piştgiriyê didin her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd.”
Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamya (MKG) biryara DYA’yê ya li dijî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk, Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan û Endamê Komîteya Rêveberiya PKK’ê Dûran Kalkan şermezar kir.
KGM’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Em vê biryara neheq bi tundî şermezar dikin.”
Daxuyanî wiha didome; “Tevî hemû desteka leşkerî, aborî û siyasî ya ji bo Tirkiyeyê, Tevgera Azadiya Kurd heta îro ne li dijî DYA û ne jî welatên Ewropa çalakiyek li dar nexistiye. Ev biryar bi tenê dilê rêveberiya faşîst a Tirk xweş dike û ji bo pêkanîna berjewendiyên qirêj hatiye stendin. Ev biryar li dijî demokrasî û mirovayetiyê ye.
Em, saziya gelên Asûr-Suryan em ê piştgiriyê bidin her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd.”