Sazî û Dezgehên Êzîdî: Em tevlî çalakiyên 3'yê Tebaxê bibin

Sazî û Dezgehên Êzîdîyan ên Derveyî Welat bi daxuyaniyeke hevpar salvgera Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi bîr anîn, qirkirin şermezarkirin û banga tevlêbûnê li çalakiya 3'yê Tebaxê kirin.

Sazî û Dezgehên Êzîdiyan ên Derveyî welat Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a ku bi destê DAÎŞ'ê hatî kirin şermezar kirin û hemû cangoriyên qirkirinên bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hebûna civakên cûda weke bi bawerî, ziman û çanda xwe ji bo jiyaneke azad dewlemendiya herî pîroz e. Bingeha aşitî û azadiya di navbera mirovan de hezkirin, hevnaskirin, li hev xwedîderketin û qedirgirtin in. Îro, çeteyên hovane yên weke DAÎŞ'ê û serkêşên wan di serî de dewleta dagirker a AKP/MHP li ser navê dîn bi rêbazên xwe yên faşîzane mîna makîneyek qirkirinê li ser gelên Rojhilata Navîn ve diçe.''

Bi berdewamî qirkirina 3'yê Tebaxa 2014'an hate bibîranîn û hate gotin:
''Mînakek ji vê hovîtiyê jî fermana 3'yê Tebaxa 2104’dan e. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de ji hêla çeteyên dij-jinê û dij-mirovahiyê DAÎŞ'ê ve li wargeha pîroz a Êzîdiyan Şengalê fermanek pêk hat. Di şexsê jinê de hemû cureyên çanda destavêtinê hatin pêk anîn û di encama wê de bi hezaran Êzîdî hatin qetil kirin, koçber kirin û bi taybetî jin û zarok li bazarên 'koletiyê' li seranserê cîhanê hatin kirîn û firotin. 

Di encama tekoşîna 5 salan de, tevî ku siyaseta qirkirinê, bişaftinê û koçberiyê bi tundî ji aliyê hêzên desthilatdar bi berdewamî tê ferz kirin, li Êzîdxana pîroz bi pêşengtiya jinê jiyan ji nû ve hate afirandin. Li gorî vîna xwe yê bi rêxistinkirî, tevî ku gelek car sererd û hewayî rastî êrişan hatin, pergala xwerêvebirinê ava kirin. Tevî ku birînên fermanê hîn nehatin dermankirin jî, bi bîryardarî ji bo parastina nirxên dînî û çandî li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe didin. 

LI ŞENGALÊ QIR KIRIN, LI REQAYÊ TOL HATE HILANÎN!

Bi pêşengtiya hêza azadîxwaz QSD'Ê çeteyên DAÎŞ ê di meha Adarê de fermî hate tune kirin. Serkeftina QSD'ê diyarî jinên Êzîdî û tevahî civakê hate kirin. Di encama tunekirina DAÎŞ'ê gelek delîlên din yê hovitiya fermana Şengalê hatin bi dest xistin. Ji lewra jî divê her Êezîdiyek xêrxwaz, hemû rêxistin û kesayetên Êzîdî, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê di çarçoweya dadgehek navnetewî pêk were, piştgirî bide xebatên SMJÊ û tevahî jinên Êzîdî. Bi tenê li ser esasê heqîqetê edalet tê parastin. 

Em w sazî û dezgehên Êzîdî piştgirî didin bangawaziya SMJÊ ku 'Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê' pênase dike û bang li tevahî sazî û dezgehên êzîdiya dikin, ji bo tifaqa civakê ji bo edalet bi cîh bê ji bo parastina nirxên dînî û çandî, xwedî li çalakiyên 3'yê Tebaxê derbikevin. 

Ji bo ku qirkirin li ser ti baweriyek û gelek pêk neye, em di wê bawerî de ne ku hemû pêkhate û civakên baweriyan di serî de Elewî, Kakaî, Sûryanî, Xiristiyan, Mmisilman hwd.li gorî heqîqeta rêûresmên dînî bi berpirsiyartiyek mezin li ser esasê têkoşînek hevbeş xwedî li çalakiyên 3'yê Tebaxê derbikevin. 

Xwedîderketina 3'yê Tebaxê-Xwedîderketina Êzîdxan e! ''

Sazî û dezgehên Êzîdî ku navê wan li ser daxuyaniyê heye wiha ne:

NAV-YEK-Navenda Yekitiya Komelên Êzidiya
⁃ Mala Êzîdiya Berlîn 
⁃ Mala Êzîdiya Heidekreis
⁃ Mala Êzîdiya Celle 
⁃ Şaxê Êzîdiya Achim-Verden 
⁃ Şaxê Êzîdiya Bremen 
⁃ Mala Êzîdiya Wesel 
⁃ Şaxê Êzîdiya Emmerich 
⁃ Şaxê Êzîdiya Hameln
⁃ Şaxê Êzîdiya Bielefeld 
M.Ş.D- Meclisa Şengale ya Derveyi Welat
YÊS- Yekîtîya Êzidiyê Suriyê
HCE-Hevgirtina Ciwanên Êzidî
NÇE- Navenda Ҁanda Êzidxan
KMGK- Kordinasyona Meclisên Gundên Bakur 

BERNAMEYA ÇALAKIYAN ÊN 3'YÊ TEBAXÊ

Cîh: Bielefeld/ li ber Şaredariyê Jahnplatz
Saet: 12:00 Meş û Mîtîng

Cîh: Wesel li ber Brandenburger Tor
Saet: 11:00 şûn de mîting/
Saet: 17:00 li Mala Êzîdiya Wesel Ackerstr. 242 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê

Cîh: Kleve li navenda bajêr Herzogstrasse
Saet: 11:00 şûn de meş û mîtîng

Cîh: Saarbrucken li ber Europa Galerie
Saet: 11:00 şûn de Mîting

Cîh: Celle, Grosse Plan
Saet: 11:00 şûn de meş û mîtîng

Cîh: Walsrode Şaredarî- Langer Strasse
Saet: 11:00 şûn de mîtîng

Cîh: Hannover li ber stasyona navendî ya trênê
Saet: 13:30 meş û mîtîng

Cîh: Bremen li ber parlamento (Achim/Verden jî beşdar dibe)
Saet: 11:00-14:00 Standa Enformasyonê
Saet: 14:00 Mîtîng

Cîh: Berlîn Brandenburger Tor
Saet: 11:00 şûn de heta Saet: 13:00 Mîtîng

Cîh: Wilhelmshaven- li ber Dêra katolîk
Otto Meentz Str
Saet: 12:00 Mîting

Cih ; Siegen- Bahnhof Scheinerplatz
Saet :10:00 Miting 

4.8.2019 

Cîh: Berlin/ Museum des kapîtalîsmus - Kopenicker Str. 172 
Saet: 18:00 danasîna Pêşengeha derbarê qirkirina jinê li Şengalê

Cîh: Mala Êzîdiya Sulingen, Nienburger Str. 23
Saet: 12:00 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê û Sînevizyon

Cîh: Mala Êzîdiya Celle, An der Koppel 21
Saet: 13:00 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê û Sînevizyon

Cih : Mala Gel Emmerich, Nierenberger Str 150, 46446 Emmerich 
Saet : 13:30 Civina Gel derbarê rewşa Şengalê û Sinevizyon