Sariyildiz û Arnold Vaatz li hev civiyan

Serokê Koma Parlamentê yê Demokratên Xiristiyan Arnold Vaatz di hevdîtina bi Sariyildiz re diyar kir, mijara komkujiya Cizîrê dikare biçe ber destê dadgehên navneteweyî.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li paytexta Elmanya Berlînê bi Serokê Koma Parlamentê ya Demokratên Xiristiyan Arnold Vaatz re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de heyetek ji Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê jî amade bû. Sariyildiz di vê hevdîtinê de asta komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, vegot. Sariyildiz da xuyakirin, ku li Cizîrê sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin û ji bo mijar biçe ber destê dadgehên navneteweyî xwest, destek ji wan re were dayîn.

Sariyildiz bal kişand ser desteka lojîstîkê ya Tirkiye dide DAIŞ'ê û anî ziman, ji ber qebûlkirina pêşnûmeya li ser Qirkirina Ermeniyan li Parlamenta Elman, ew kêfxweş in.

Vaatz jî diyar kir, eger bi belgeyan komkujiya Cizîrê were eşkerekirin, hingî mijar dikare biçe ber destê dadgehên navneteweyî. Vaatz rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê jî şermezar kir.

Vaatz her wiha destnîşan kir, ew ê bi ti awayî serî li ber gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan netewînin, ku di mijara penaberan de gefê li Yekîtiya Ewropayê dixwe.

...