Sariyildiz: Rejîma Erdogan hildiweşe
Li Lozanê çalakiya hevgirtina bi Şirnexê hate lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz di çalakiyê de axivî û got, “Bi giyanê hevgirtin û berxwedanê re hilweşandina rejîma Erdogan dileze.”
Li Lozanê çalakiya hevgirtina bi Şirnexê hate lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz di çalakiyê de axivî û got, “Bi giyanê hevgirtin û berxwedanê re hilweşandina rejîma Erdogan dileze.”
Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê, li bajarê Lozanê çalakiya piştgiriya bi Şirnexê hate lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur jî di nav de gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.
SARIYILDIZ: BERXWEDANA CIWANÊN KURD RÊ LI BER HILWEŞANDINA ERDOGAN VEKIR
Sariyildiz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bi geşbûna têkoşîna ciwanên Kurd, rejîma Erdogan dest bi hilweşandinê kiriye û got “Erdogan êdî hatiye asteke wisa ku, li hemberî cîhanê rezîl dibe. Têkoşîna li Rojava kir ku Erdogan di siyaseta cîhanê de were asta rezîlbûnê.”
Sariyildiz axaftina xwe wisa domand, “Bila her kes bizanibe ku ew xaniyên me li ser serê me birûxînin jî, ew ê nikaribin pêşiya berxwedana li Kurdistanê bigirin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin.”
GOKSUNGUR: DIVÊ EM BIBIN PARÇEYEKÎ TÊKOŞÎNÊ
Piştî Sariyildiz Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur got, “Hevgirtina gelê me yê Ewrûpayê ya bi bajarên hatine hilweşandin re girîng e, lê divê em ji giyanê hevgirtinê derkevin û bibin parçeyekî têkoşînê.”