Sariyildiz li Norveçê rêzehevdîtinan pêk tîne

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz duh li bajarê Stavanger ê Norveçê bi gel re civiya.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz duh li bajarê Stavanger ê Norveçê bi gel re civiya. Sariyildiz îro jî li paytext Osloyê li Komaleya Çandê ya Kurdistanê bi gel re tevlî civînê bû, wê sibehê jî li parlamentoya Norveçê rêzehevdîtinan pêk bîne. Sariyildiz, her wiha wê bi saziyên alîkariyê yên Norveçê jî hevdîtinan pêk bîke.

Sariyildiz hem di civîna li Stavanger hem jî li ya Osloyê bûyerên bûne şahid vegot. Sariyildiz dema ezmûnên xwe yên li Cizîrê vedigot rondik ji çavan bariya.

Sariyildiz ê bi xwe bû şahidê pêkanînên çeteyên Qesrê yên li Cizîrê, diyar kir ku gelek mirovên li jêrzemînên wehşetê hatine qetilkirin bi xwe nas dikir û beriya bêne qetilkirin jî bi piraniyan wan re li ser telefonan têkîlî daniye

JI CENAZEYÊN ME RE GOTIN ‘PARÇEYÊ GOŞTÊ HEYWANAN’

Sariyildiz got qetlîam û wehşata li Cizîrê li cîhanê pir kêm hatiye dîtin, wiha dewam kir: “Qetlîam û wehşeta li Cizîrê li cîhanê pir kêm hatiye dîtin. Bêrêzî li cenazeyên me kirin. Mal li ser sivîlan hilweşandin. Mirovan di bin avahiyan de can dan. Piştre xirbeyên avahiyan avêtin ber ava Dîcleyê. Hûn niha jî dikarin di nav xirbeyan de dest û lingên mirovan bibînin. Min ev li telefonê tomar kir û pêşî dozger kir. Ew jî vê ji qereqolê dipirse. Rayedarên li qereqolê jî dibêjin ew parçeyên heywanan e.”

Sariyildiz got dewleta Tirk li Cizîrê di bêexlaqî û zilmê de sînor nas nekir, got diyar e bê ka çima wisa bê sînor êrîş dikin. Destnîşan kir ku têkçûyina xwe dibînin û wê têk jî biçin. Sariyildiz anî ziman ku îro tevahî hêzên navneteweyî ji van bûyeran re bêdeng dimînin, lê dema cih û wextê wê were jî vê van tevahî li dijî AKP’ê bi kar bînin, got: “Eyn wek Sedam Huseyîn wê lê were.”

Civîna gel a Faysal Sariyildiz tevlî bû, bi vîdeoyek kiryarên li Cizîrê vedibêje ve destpê kir. Civîna gel a saet 13.00’an destpê kir nêzî du saetan dom kir. Sariyildiz piştî sibehê li parlamentoya Norveçê bi hin nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî, wê bi saziyên alîkariyê yên Norveçî jî rêzehevdîtinan pêk bîne.

...