Sariyildiz li Amsterdamê tevlî civîna gel bû

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li paytexta Hollanda Amsterdamê tevlî civîna gel bû.

Civîna gel ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinê ve hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna lehengên berxwedêr ên Cizîr û bajarên din, sînevîzyon hat nîşandan.

Sariyildiz piştre axivî û destnîşan kir, ku bûyerên li Cizîrê qewimîn sûcê li dijî mirovahiyê ye. Sariyildiz got, "Ev komkujî li pêş çavên cîhanê hat kirin. Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, ciwanên me yên rojnamevan, ciwanên me yên xwendekarên zanîngehê şewitandin. Li ser navê mirovahiyê şermeke mezin e. Min bang li hemû saziyên navneteweyî kir. Gelek caran min bi xwe name nivîsand, lê her kes bêdeng ma." Sariyildiz da xuyakirin, Neteweyên Yekbûyî ku hingî bêdeng bû, hê nû daxuyaniyan dide û got, eger di wexta xwe de nerazîbûn nîşan bida, wê ewqas mirov nemiribûna.

Sariyildiz di dewama axaftina xwe de got, "Gelê me jî bi têrkerî ev komkujî fêhm nekir. Lewma Orhan Tûnç navê Bêkes li kurê xwe yê nû ji dayik bû, kir. Ez piraniya mirovên li jêrzemînên wehşetê bi hatin şewitandin û cesedên wan hatin parçekirin, nas dikim. Bêhna goştê şewitî yê mirovên li jêrzemîna hatin şewitandin, hê li ser min e. Hikûmeta AKP'ê û Erdogan bi tank û topên xwe, bi hemû hêza xwe êrîşî bajarên Kurdistanê kirin. Bi hezaran malbat bê mal, bê cih û war hiştin."

Civîn bi pirs û bersivê qediya.

...