Sariyildiz ji Swîsreyiyan re qala hovîtiya li Cizîrê kir
Sariyildiz di panela Partiya Sosyalîst a Swîsreyê de, ku li Lozanê pêk hat, qala hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê kir.
Sariyildiz di panela Partiya Sosyalîst a Swîsreyê de, ku li Lozanê pêk hat, qala hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê kir.
Seksiyona Lozanê ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) li ser rewşa Tirkiyeyê ji bo Swîsreyiyan panelek lidar xist. Panel li La Maîson du Peuple pêk hat û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku şahidê komkujiyên li Cizîrê ye û Rojnamevan-Nivîskar Ahmet Nesîn weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Ji xebatkarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Swîsreyê Nadîa Boehlen panel bi rê ve bir û gelek Swîsreyî tevlî bûn.
Sariyildiz got, "Em di cîhaneke welê de dijîn, ku di sedsala 21'an de mirov bi saxî tên şewitandin." Sariyildiz berfirehiya komkujiyên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin yek bi yek ji guhdaran re vegot. Sariyildiz diyar kir, Erdogan gav bi gav Tirkiyeyê dixe nava şerekî navxweyî.
Sariyildiz da xuyakirin, ku ji ber polîtîkayên Erdogan dibe ku Tirkiye veguhere Sûriyeyê û bal kişand ser siyaseta demokratîk a Kurd li Rojhilata Navîn dimeşîne.
Nesîn jî di destpêka axaftina xwe de hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bibîr xist û bal kişand ser bûyerên piştî hewldana darbeyê li Tirkiyeyê qewimîn. Nesîn asta dijwar a binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê vegot.
Li dû axaftina Sariyildiz û Nesîn, di beşa pirs û bersivê de siyasetmedarên SP'yî jî axivîn û nerazîbûn nîşanî pêkanînên AKP'ê dan.