Sariyildiz: Biryarê nas nakim
Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz: Vê biryarê enceq gel dikare ji min bigire. Ne hede despotên qesrê ne. ji bo wê ez vê biryarê nas nakim.
Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz: Vê biryarê enceq gel dikare ji min bigire. Ne hede despotên qesrê ne. ji bo wê ez vê biryarê nas nakim.
Pêşnûmeya betalkirina parlemeteriya Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di Komîsyona Têkel de hate erêkirin, şandin Desteya Giştî ya Meclîsê. Sariyildiz ê ku diyar kir ku biryarê nas nake got: “Vê rayeyê enceq gel dikare ji min bigire. Ne hede despotê qesrê ye. ji bo wê ez vê biryarê nas nakim.”
Pêşnûmeya betalkirina Parlemeterê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê bi hinceta ku beşdarî rûniştinên Desteya Giştî ya Meclîsê nabin ji aliyê Komîsyona Têkel a Meclîsê ve hate erêkirin û şandin Desteya Giştî ya Meclîsê. Pêşnûmeya îro ji bo Komîsyona Têkel a Meclîsê hate şandin, bi hevdîtinekê hate erêkirin. Sariyildiz ê ku têkildarî biryara di komîsyonê de hate girtin ji ANF’ê re axivî, desnîşan kir ku biryarên nas nake.
Sariyildiz bibîr xist ku li benda biryarekî wiha bû û wiha anî ziman: “Biryara ku îro di meclîsê de têkildarî kesayeta min hate girtin, ez şaş nekirim, li benda tiştekî wiha bûm. Ji ber ku hiqûqa li Tirkiyeyê ev demeki li ser fermanên kesayetê welat birêve dibe ve dewam dike. Hilweşandin û şewitandina bajarên Kurdistanê, şewitandina mirovan a di jêrzemînan de destpê kir, li dijî partiya me ya ku herî zêde sîstem û desthilatê xiste nava zoriyan, her cure hiqûq hate binpêkirin, pêvajoyekî ku bi hezaran endam û rêveber bi girtina girtîgehan re dewam kir.
‘WÊ ERDOGAN BÊ DAREZANDIN’
Sariyildiz ê ku destnîşan kir ku wê Erdogan ji ber kiryarên sûc ên ku pêk anî bê darezandin wiha pêde çû: “Ceberûtê ku hemû derfetên dewletê xistî destê xwe de yê ku nobeda tirsê derbas dike, her gotina ji devê wî derdikeve li ser her tiştî re dibîne, di pêvajoyekî wiha de em bi biryarekî wiha şaş nebûn.
Lê, berdêla vê çiqas giran jî be wê ev împarator hilweşe, Ceberûtê nexweş ê tevlî sûcên şer bûyî bê darezandin. Baweriya min bi vê heye. Ji bo vê ez ê xebatên xwe dewam bikim. Ev xebat gelê me yê êş kişandî li ser milê me weke erk dîtiye. Ev raye gelê min daye min. Enceq gel dikare ji min bigire. Vê rayekê ji min girtin ne hedê despotê qesrê ye. Ji bo vê di aliyê min de ti rastiya vê biryarê nîne û nas jî nakim.”