Sara Tolhildan li Parîsê hate bibîranîn
Li paytext Parîs a Fransayê, ji bo gerîlaya YJA-Star Sakîne Taş (Sara Tolhildan) merasîmeke ya bîranînê hate lidarxistin.
Li paytext Parîs a Fransayê, ji bo gerîlaya YJA-Star Sakîne Taş (Sara Tolhildan) merasîmeke ya bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê ya ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jina Kurd a Ewropa (TJK-E) ve hate organîzekirin, li Lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li perava Vîllîers Le Bel a Parîsê hate lidarxistin.
Bîranîn di saet 13:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ve destpê kir. Di bîranînê de li gel malbata Sara, bi sedan Kurdistan û endamên SKB û ACTÎT’ê jî beşar bûn.
Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jina Kurd a Zozan Serhat axivî û wiha got: Hevala Sara yek ji hevalên herî ciwan a dawi ya vê têkoşînê bû. Ji bo Kurdistan azad a ku xeyala Sara û hemû Şehîdan, ji bo li ser erdnîgariya me faşîzim û lenet bi dawî bibe, em ê têkoşînê hê xurtir û bi teqez em ê bi ser bikevin.”
Bavê Şehîd Sara Tacîm Taş, birayê wê Mehmet Taş û apê wê Îsmaîl Taş jî axivîn û gotin: “Destpêk malbatekî tenê ya Sara hebû, niha bi hezaran malbatên wê hene. Em bê wê serbilind in. Serê hemû Kurdistanê sax be.”
Nûnerê Komîteya Malbatên Şehîdan Xeyrî Ûlûdag jî axivî û got: “Em ê ji bo xeyal û armaca şehîdên xwe ya ji bo Kurdistanekî azad, di vê pêvajoya bi zor û zehmet a faşîzmê de dakevin qadan û em ê bibin layîqî şehîdên xwe.
Nûnera ACTÎT’ê Aîle Taş jî got: “Sara hevalekî ku xwe ji hemû qirêjiyên Ewropayê rizgar kir û tevlî têkoşînê bû. Em ê heta dawî şopdarên kesên ku vê rêyê hildibijêrin û têkoşîna wan bilind bikin.”
Bîranîn piştî sînevîzyona ku li ser jiyana Şehîd Sara hatibû amadekirin û şûnde, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.