Sapo: Li Swêdê 75 kes beşdarî El Qaîdeyê bûne
Sapo: Li Swêdê 75 kes beşdarî El Qaîdeyê bûne
Sapo: Li Swêdê 75 kes beşdarî El Qaîdeyê bûne
Muşteşarê Polîsên Parastina Swêdê (Sapo) Anders Thornberg, da diyar kirin ku di nava du salan de li Swêdê 75 kes çûne li Sûriyê beşdarî komên El Qaîdeyê bûne.
Thornberg, destnîşan kir ku, li welatekî weke Sûriyeyê ku tiştên xirab tên jiyan kirin gomanên wan hene ku ev hêjmar hîn jî zêde bibe. Thornberg da diyar kirin ku minakên wek vêna li welatên din tên xuya kirin, divê mirov mijarê bigre dest û bi nîrxîne.
Di rapora ku Sapo yê îsal ji raya giştî re eşkere kirî de, hêjmara kesên ku ji bo şer çûyîn li Sûriyeyê wek 30 dabû diyar kirin. Niha jî rayedarên Sapo’yê ragihandin ku herî kêm 75 kes beşdarî komên El Qaîdeyê bûne. Dan diyar kirin dibin ku yên ku biçin jî hebin. Parlementerê Partiya Karkerên Sasyal Demokrat Carina Hagg dema ku çûyî li Tirkiyê di derbarê mijarê de lêkolîn kirin da îdia kirîbû ku herî kêm 400 kes çûne li Sûriyeyê.
Sapo’yê ji berî niha ragihandibû ji berî niha derdora 30 kesan çûne li Somaliyê, bi dehan kesan jî çûne li Afganistan û Îraqê bi mebesta şerkirinê beşdarî komên El Qaîdeyê bûne. Thornberg, anî ziman ku dema ku yên ku çûne li Samaliyê, Afganîstan û Îraq şer dikin û yên çûne li Sûriyê beramber bike hêjmara kesên ku çûne li Sûriyê zêde ne. Thornberg destnîşan kir ku ev kesane bi vîzeya Tirkiyê derbas dibin û got: “ Ev ne tiştekî ku hevdû bandor bikin, lê belê ciwan hevdû bandor dibin.”
Sapo’ yê da diyar kirin ku hêjmara kesên ku li Swêdê ji bo şer diçin li Sûriyeyê li gorî sê sal berî zêde dibûye. Sapo’yê ragihand ku hêjmara van kesên ku di xwazin serî li rêyên teroristî bidin li Swêdê hêjmara wan derdora 200 kesane, Sapo’yê anî ziman ku gefên wan ne jî Çep û Rastan tên ji aliyê komên girêdayî El Qaîdê re tên.
Şefi Jonathan Peste yê ku di derbarê komên terorîstî de nîrxandinan dike da diyar kirin ku ji sala 2010’an ve tenê çend rewşên terostî pêkhatîne lê belê di vê ji derveyî kesên ku îdeolojiya El Qaîdeyê ve girêdayîne daxuyanî neyên dayîn.
Peste, anî ziman ku pêwiste ku kesên ku li Sûriyeyê di nava refên El Qaîdeyê de şer dikîn û paşê divirin bikevin dibin çavdêriyê û got: “ Bi qasî ku min fam kirî di îdeolojiya wan de heye ku li dîjî Rojavayê Ewrûpayê êrîşan pêkbînin. Di sala dawiyê de dibêjin emê Swêdê bikîn hedef. Eger mirov ne ji Sûriyê be û li wir perwerdeyê bibîne û beşdarî xebatan birîbe wê karhatinên mirov û bingehê wê zêde dibe.”
Hat ragihandin ku piraniya ciwanên ku diçin ji Stockholm, Goteborg û Malmo’yê ne û temenê wan dinav bera 18 û 30 saliyê dene. Li gorî agahiyên di çapemiya Swêdê de cih girtîn 12 kesên ji Swêdê li Sûriyê di şeran de jiyana xwe ji dest dane.