Şandeya MGRK çû serdana Laleşa Nûranî

Şandeya MGRK çû serdana Laleşa Nûranî

Şandeya ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bi munasebeta cejna Êzî ya Kurdên Êzidî çû serdana Laleş’ê.

Şandeya MGRK'ê ya bi serokatiya Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso çû serdana Laleş’ê û bi Kurdên Êzidî yên Başûrê Kurdistan hatin cem hev. Şande ji aliyê nûnerê Êzidiyan di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de Xeyrî Zozanî ve hate pêşwazîkirin.  Di dema serdanê de aliyan rewşa Rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî yên li herêmê gotûbêjkirin.  Xerîb Hiso, bal kişand ser rewşa kurdên Êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê  û tekez kir ku êzidiyên Rojava cihê xwe di nav projeya xweseriya demokratîk de digrin. Hiso destnîşan kir ku komên çete bi hinceta Êzidiyên Rojava di nava YPG'ê de cih digrin, êrîşî wan kirin.

Piştî serdanê Xerîb Hiso ji ANHA'yê re axivî û da zanîn ku wan ji Zozanî xwestiye ku piştgiriya şoreşa Rojava û Êzidiyên Rojava bikin.

Xeyrî Zozanî jî oldarên Êzidî yên Rojava û hêzên YPG'ê silav kir û êrîşên komên çete yên li dijî Êzidiyên Rojava şermezar kir. Di dawî serdanê de şandeya MGRK'ê çûn cihên pîroz li Laleş’ê û bi oldarên Êzidiyan re hatin cem hev.