Şandeya Fransiz û Elman çûn serdana HDP'ê
Senatorên Parlamentoya Fransayê û SPD çûne serdana Koma Meclîsê ya HDP’ê
Senatorên Parlamentoya Fransayê û SPD çûne serdana Koma Meclîsê ya HDP’ê
Şandeya Parlamentoya Fransayê ku di nav wan de senator Cecîle Duflot, Sergîo Coronado û Nûnerên Balyozxaneya Fransayê jî hebûn seriyeke dane Koma Meclîsê ya HDP’ê. Şande bi Cîgirê Hevserok û Berpirsê Karê Derve Hişyar Ozsoy, Sirri Sureye Onder, wekîl Ayşe Acar Başaran û Ziya Pîr re hatin cem hev.
Cîgirê Serokê Partiya Demokratên Sosyal a Elmanya (SPD) Thorsten Schafer-Gumbel û şandeya li gel seriyek dane Koma Meclîsê ya HDP’ê. Şande bi Hişyar Ozsoyn, wekîl Berdan Ozturk, Ziya Pîr, Alî Atalan û Aycan Îrmez re hatin cem hev.
BIHISTYARBÛN HATE XWESTIN
Di danûstandinên bi şandeyan re hate ragihandin ku girtina hevserok û tecrîdkirina wan li dijî hiqûqê ye.
Hate gotin ku AKP’ê 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê ji bo polîtîkayê zextê ya li ser muxalefetê weke hincet bi kar tîne û ji bêdengmayina raya giştî ya navnetewî jî wêrek dibin. Hate xwestin, ji bo ku Tirkiye dîsa ber bi zemîna demokrasiyê ve were kişandin, tekildarî hilweşan û koçberkirina bajarên Kurdan, civaka navnetewî bêhtir bihistyar be.